Şandeya HDP’ê serdana Yildirim kir 2018-07-31 16:14:30   ENQERE – Şandeya HDP’ê ya di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî serdana Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim kir. Temellî girtina parlamenteran bi bîr xist û got ku divê meclis di vê mijarê de hesasiyeta bikeve ser milê wê bi cih bîne.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Serokwekîlê Meclisê Mîthat Sancar, Cigirên Serokê Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Ayhan Bîlgen serdana Serokê Mêclisê Bînalî Yildirim kirin. Serdan ji çapemeniyê re vekirî pêk hat. Piştî serdanê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî daxuyaniyek da çapemeniyê.    Temellî diyar kir ku serdana wan serdaneke nezaketê bûye û ev tişt anîn ziman: “Me di serdanê de girîngiya zemîna parlamentoyê ya ji bo demokrasiyê bi bîr xist. Her wiha me mijara destnedan û mijara girtina parlementera Colemergê Leyla Guven û Enîs Berberoglû anî ziman. Me xwest meclis kevneşopiya demokratîk li ber çav bigire û di mijarê de pêngavan biavêje. Di vê mijarê de divê meclisa hasasiyeta dikeve ser milê wê bi cih bîne.”   'GUMANÊN ME HENE'    Temellî paşê pirsên rojnamegeran jî bersivand û li ser pirsa têkildarî pêşnûmeqanûna ku îro ket meriyetê ev tişt vegot: “Krîza rêvenebirinê li bajar û navçeyan jî berbelav bûye. Ev hemû wek pirsgirêk li pêşiya Tirkiyeyê ne. Di pergala serokkomariyê de de her tişt girêdayî kesekî ye. Têkildarî rêvebirinê de tu sererastkirin tune ne. Îro destê waliyan de gelek rayeyên super hene. Ji ber rêvebirina van rayeyên walîyan gumanên me yên micid hene.”   Temellî pirsa têkildarî texmînên Banqaya Navendî yên enflasyonê jî wiha bersivand: “Banqaya Navendî ji nişka ve 5 pûan zêde kir. Zêdekirineke pir dramatîk pêk hat. Em di wê fikri de ne ku Banqaya Navendî nikaribûye derbarê enflasyonê de sererastkirinê bike. Ev yek nîşana dide ku aborî ji rêya xwe derketiye. Li cihekî ku texmîn 5 pûan hatiye zêdekirin, derbarê faîzê de sererastkirin nehatiye kirin. Aborî niha van şaşiyan dijî û dê hê jî bijî.”