Temellî: Divê em rê li pêş îktîdara xwe bi şer xwedî dike bigirin 2018-08-30 09:13:03 ÊLIH – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî qedexekirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hilbijartinên herêmî û 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nirxand û got: "Divê em rê li ber vê îktîdara ku xwe bi şer xwedî dike bigirin."  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, xebatên partiya xwe, polîtîkayên qeyûman û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand.  Temellî, diyar kir ku dê HDP li tevahiya bajaran tev li hilbijartina herêmî bibe û got: "Me bi civînên ku piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê çêkirin dest bi xebatên hilbijartina herêmî kirin. Van rojan jî me xebatên xwe zêdetir kirine." Temellî, bilêv kir ku ew hilbijartinên herêmî tenê wek hilbijartinên herêmî esas nagirtin, lew di têkoşîna wan a bi salan de hilbijartin tenê rawestgeh in û got: "Armanca me ew e ku em vî welatî ji erdnîgariya qeyûma xelas bikin. Armanca me ew e ku em vê îktîdarê bi rêveberiyên herêmî dorpêş bikin û rêveberiyê têxin destê gel. Tekane hedefa me ew e ku em li dijî rejîma çewisîner a Erdogan têkoşîna xwe bilind bikin."    Temellî, destnîşan kir ku di 24'ê Hezîranê de 7 puanên îktîdarê ketine û ev yek ketineke dramatîk e. Temellî got: "Ev hilbijartin bûn destpêka bidawîbûnê. Di hilbijartinên herêmî de jî em ê vê dawîbûnê nêztir bikin. Dê AKP biçe, lê dê bi vê têkoşînê pêk bê."    DI NAV DEYNAN DE NE    Temellî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên herêmî û got: "Em tenê wekî hilbijartinên şaredariyan li hilbijartinên herêmî nanêrin. Em feraeta rêveberiya herêmî esas digirin. Qeyûman şaredarî heta qirikê di nav deynan de hiştine. Dema em dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin em ê hemû deynan raçav bikin. Em ê bi ser hemû nelirêtiyan de biçin. Em ê hemûyan yeko yeko lêkolîn bikin. Bi qeyûman tenê qeyûm tayînî şaredariyan nehatin kirin. Polîtîkaya qeyûman veguherî awayê rêveberiyê û bi xwe re nebirêvebirî anî.    Pergala serkomartiyê, ne li gor kîmyaya çanda dîroka Tirkiyeyê û jiyana bi hev re ya gelan e. Di navbera gel û rêveberiyê de rageşiyeke zêde heye. Di vê rageşiyê de nikarin bi rê ve bibin. her ku AKP'ê di vê yekê de israr dike em ber bi rûxandineke mezin ve diçin. Ji bo ev yek bi dawî bibe, divê gel xwedî li vîna xwe derkeve û tev li rêveberiyê bibe. Gel bi hilbijartinên herêmî dikarin li hemberî vê bisekinin. Dema HDP, di rêveberiya herêmî de bibe îktîdar dê çavkaniyên herêmê bide kedkaran, jin û ciwanan. Ji bo vê yekê modeleke me heye. Armanca HDP'ê li ser vê ye. Lê belê AKP ji niha ve dahat û lêçûnên şaredariyan bi hesabekî digire û ji bo di fîîliyatê de polîtîkaya qeyûman pêk bîne tev digere, lê em ê dawî li vê yekê bînin."    'ÇI HEWCE BE EM Ê BIKIN'    Temellî, destnîşan kir ku ambargoya çapemeniyê ya li ser HDP'ê didome û got: "HDP ji 24'ê Hezîranê ve xebatên xwe didomîne. Lê dixwazim vî tiştî destnîşan bikim. Ambargoya çapemeniyê ya li ser HDP'ê didome. Niha ji sedî 95'ê çapemeniyê did est îktîdarê de ye û li gor xwe her tiştî manîpule dike. Niha di krîza aborî de vê yekê dike û wekî ku li hemberî wan şerek hebe tev digere. Heta çapemeniyeke serbixwe tune be, dê ev yek wisa dewam bike. Lê li hemberî vê çi hewce be em ê bikin. HDP an dê televîzyona partiyê ava bike an jî dê ji bo peydakirina çapemeniyeke azad tev bigere. Di demeke kurt de em ê ji bo vê yekê tev bigerin."    QADÊN AŞTIYÊ    Temellî, ji bo mîtîngên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Amed û Stenbolê li dar bixin bang li herkesî kir û got: "Her sal mîtîngên aştiyê tên lidarxistin. Em ê jî di van mîtîngan de cih bigirin. Ji bo dawî li rejîma orotîter bê, ji bo aştiyê em hemû jin û kedkaran, tikr, kurd, çerkez, ereb û herkesî di 1'ê Îlonê de vedixwînin qadên aştiyê."    ‘AŞTÎ TÊ TECRÎDKIRIN'    Temellî, bi brî xist ku kesên dê bên qadan, di bibin dengê girtiyên siyasî û girtiyên nexweş û ji bo dawî li tecrîdê bê dê dengê xwe bilind bikin. Temellî got: "Tecrdîkirina li Birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirin çareserî û aştiyê. Divê Tirkiye hay ji vê yekê hebe û li gor vê tev bigere. Tenê ne gelê kurd divê hemû gel li gor vê hesasiyetê tev bigerin. Divê tu kes nehêle welat bişewite û bibêje 'em naxwazin zarokên me bimirin, em naxwazin welatê me bişewite, naxwazin daristanên me bişewitin û naxwazin canên me bimirin.' Divê em rê li ber vê îktîdara ku xwe bi şer xweyî dike bigirin."