Bîlgen: Divê partî ji Hilbijartina 24'ê Hezîranê ders derxin 2018-09-04 14:26:54   ENQERE - Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku Rewşa Awarte şiklî hatiye rakirin û erkên wê hîn dewam dikin. Bîlgen ji bo tifaqên partiyan jî got divê partî ji hilbijartina 24'ê Hezîranê ders derxin.    Wekîlên Serokên Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û mijarên di rojevê de nirxand.    'ERKÊN REWŞA AWARTE HÎN DEWAM DIKIN'   Bîlgen bal kişand ser berdewam pêkanînên Rewşa Awarte û got: "Li Tirkiyeyê krîzeke mezin heye û Meclîs girtî ye. Rewşa Awarte bi şiklî qediya, lê di pratîkê de erkên Rewşa Awarte dewam dikin."   Bîlgen bal kişand ser heyeta wekîlên HDP'ê ya ji bo vemirandina şewatê çû Dersimê û bi bîr xist tevî ku destûr dihate dayin welatî derbas bibin lê pêşî li wekîlên wan hatiye girtin. Bîlgen destnîşan kir ku ev nêzîkatî yek ji pêkanînên cihêkariyê yên li dijî partiya wan e.   Bîlgen di dewama axaftina xwe de wiha got: "Ji bo helwesteke hevpar li dijî cezayê darvekirinê were nîşandan, wekîlên me xwestin çelengekê deynin ber Sefaretxaneya Îranê ya li Enqereyê. Lê belê destûr ji wan re nehat dayîn. Daxuyaniya çapemeniyê ku wê bihata dayîn weke gefxwarinê hat dîtin. Ev yek jî radixe ber çavan bê welat ji aliyê feraseteke çawa ve tê birêvebirin."   'CIVAK WÊ BIKEVE BIN BAREKÎ GIRAN Ê KRÎZÊ'   Bîlgen anî ziman ku wezîfeya sereke ya siyasetmedaran ew e ku rastiyan ji gel re bêjin û got: ""Efnlasyon gihîştiye hejmarên herî bilind ên 14 salan, ku hejmarên rastî jî bi ser vê re ne. Ev rêjeya enflasyonê û daxuyaniya Banka Navendî ku digot 'wê rojên bê li ser polîtîkaya pereyan erka dikeve ser milê xwe bike' nîşan dide ku polîtîkaya aboriyê hîn jî rê li ber krîzan vedike. Heta ku reformên hiqûqî neyên kirin, Tirkiye wê nebe welatekî ewle û krîzên aborî û siyasî jî wê girantir bibin. Rojên bê, bi lêçûnên dibistanê ya jî yên germkirinê re wê civak pê bihese bê barekî çiqasî giran ketiye ser milê wan."   'DIVÊ DERS DERXIN'    Bîlgen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşa tifaqa partiyan a hilbijartinên herêmî û got divê hemû partî ji hilbijartina 24'ê Hezîranê ya pêşwext ders derbixin.