HDP: Ji hewldanên xerakirina li Idlibê dûr bikevin 2018-09-07 13:05:21 ENQERE - Hevserokên Gişti yen HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî, bang li AKP û hemû hêzên ku li ser Idlibê hesaban dikin kir û xwest ji hewldanên xerakirina Idlibê dûr bikevin.  Hevserokên HDP'ê ji Neteweyên Yekbkûyî xwest ku sucên AKP’ê yên li ser axa Sûriyeyê lêkolîn bikin. Hevserokên Giştî yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, têkildarî operasyona li Idlibê daxuyaniyek nivîskî dan. Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê daxuyaniya Hevserokan belav kir. Hevserokên HDP'ê xwest şerê ku li Idlibê pêş bikeve, kesên sivîl bedela vê yekê nede û wiha cih dan daxuyaniyê: "Di şerê li Sûriye yê 2011’an de sivîlan zerarek mezin dîtin. Niha Rejîma Esad, li dora Idlibê hêza leşkerî bi cih dike. Ev ji niha de xuya dike ku dê li herêmê şerekî pir dijwar pêş bikeve. Li gorî rapora NY'ê heta niha 400 hezar mirov hatin kuştin. Di şerê navxweyî de herî zêde mirovên sivîl zerar dibînin. Di mile windahiyên mirovan de kes berpirsiyarê nade ser milê xwe. Jibo sivîlên li Idlibê bişînin cihekî ewle heta niha tu gav nehatine avêtin.    SIVÎL DI BIN TAHÛKEYÊ DE NE   Wekî HDP'ê berî her tiştî divê ewlehiya sivîlan bê parastin. Divê di serî de NY û hemû welatên din hesas nêzî vê mijarê bibin. Divê hêzên navneteweyî li dijî vê yekê xwetî helwestek bin.    Em wekî HDP'ê li şûna sînorên nû yên gelê Sûriyeyê, em yekbûna gelan a di nava sînorekî de û li ser esasê xweseriya demokratîk makeqanûna nû esas digirin. Di serî de AKP û hemû hêzên din ên li qadê divê ji piştgiriya şer lojistik û hewldanên din ên şer sor dikin û kur dikin berdin."