Piştî Kerkûkê çav berdan deriyên sînor 2017-10-22 11:01:52   ENQERE - Piştî peymana di navbera Îran, Iraq û Tirkiye de peşmergeyan Kerkûk beyî şer radestî Iraqê kir. Niha jî tê niqaşkirin ku peşberge deriyên sînor dewrî Iraqê bike.    Piştî peymana di navbera Iraq, Îran û Tirkiye de pêşmergeyan bajarê Kerkuk û gelek herêmên din bê niqaş dewrî Artêşa Iraqê kir. Niha jî deriyên sînor ên di bin kontrola Herêma Kurdistana Federel de ket rojevê. Tê diyar kirin ku deriyên sînor ên di bin kontrola pêşmergeyan de dê dewrî hikûmeta Iraqê û artêşa Iraqê bê kirin. Yek ji van deriyên sînor jî Deriyê Sînorê Xabûrê ye. Ji bo pêşmerge deriyê Xabûrê dewrî Artêşa Iraqê bikin Tirkiye bi Iraqê re ketiye nava têkilyên dîplomasiyê. Tirkiye ku berê bi Iraqê re li ber Deriyê Sînorê Xabûrê li Navçeya Sîlopya bi Artêşa Iraqê re tatbîkat kirin, niha jî li Şirnexê dest bi îstîşareyan kir. Piştî civina dawî ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) biryar dan ku hikûmetên sînor teslîmî hikûmeta navendî bike û biryar dan ku seha hewa ya Başûrê Kurdistanê li Tirkiye qedexe bikin. Hat zanîn ku rayedarên Hikûmeta Navendî ji bo deriyê sînor ê Xelîl Îbramim ê Sîlopya ji pêşmergeyan bistînin û dewrî Iraqê bikin hatin Şirnexê û li vir bi rayedarên Tirkiye re hevdîtin kirin. Tê diyar kirin ku li hemberî desteserkirina deriyê sînor pêşberge dê di ber xwe nedin. Deriyê Xaburê ku yek ji çavkaniya herî mezin a aborî ye, hatina salane herî kêm 500 milyon dolar e."