Berdana bersûca DAIŞ’î di rojeva Meclîsê deye 2018-10-01 15:00:36   ENQERE -  Berdana Fadîle Halaç Cebael a bersûca doza komkujiya DAIŞ’ê ya li Dîlokê pêk hat û di komkujiyê de 56 kesan jiyana xwe ji dest dan, di rojeva Meclîsê deye. Fadîle bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê hatibû berdan.    Berdana Fadîle  Halaç Cebael a bersûca doza komkujiya DAIŞ’ê ya di Tebaxa 2016’an de li Dîlokê pêk hat û di komkujiyê de 56 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, di rojeva Meclîsê deye. Fadîle ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû berdan. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  a Dîlokê Mahmût Togrul, diyar kir ku li gel ku bi sedan girtiyên nexweş hene, di vê mijarê de tu pêngav nayên avêtin. Togrul, berdana Cebael a bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.    Togrul di pêşniyar pirsa kirî de, bal kişande ser berdana Cebael û hinceta berdana wê. Togrul li ser vê yekê ev pirs ji Wezîr Gul pirsîn:    “* Gelek girtiyên rêxistina terorê ya DAIŞ’ê dibin navê pirsgirêkên tenduristiyê de tên berdan. Gelo neberdana giriyên nexweşina giran, ji ber polîtîkayên bi zanebûnin?    * Gelo çend girtiyên rêxistina terorê ya DAIŞ’ê raporên xwe yên tenduristiyê pêşkêşî dadgehan kirin û di encama van raporan de çend kes hatin berdan?     * Ji derveyî girtiyên rêxistina terorê ya DAIŞ’ê, çend girtiyên nexweşîna giran raporên xwe pêşkêşî dadgehan kirin û di encama van serlêdanan de çend girtî hatin berdan? Dîsan çend kes di encama van raporan  de hatin berdan?”