Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa ‘sirgûna êzidiyan’ qebûl nekir 2018-10-04 12:19:00   ENQERE – Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ya der barê pirsgirêka êzidiyên li kampan de qebûl nekir.    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca têkildarî pirsgirêkên welatiyên êzidî yên ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji Şengalê hatin bajarên herêmê û li Kampa Midyadê ya AFAD’ê bicih bûn pêşniyazpirs dabû Wezarî Karê Hundir Suleyman Soylu. Pêşniyazpirs rastî hinceta redkirina “kêfî” ya Meclîsê hat.    Serokatiya Meclîsa bi hinceta pirsa Uca ya “Sirgûnkirina êzidiyan bi zanebûn e gelo?” pêşniyazpirsê lê vegerand.    Dema Uca pêşniyazpirs da Meclîsê, dixwestin êzidiyên li Kampa Midyadê bibin kampên Hatay, Kilîs û Mereşê.