HDP’ê ji bo aştiya civakî 3 pêşnûma-qanûn dan meclîsê 2018-10-25 14:07:05   ENQERE – Wekîlen Serokên Koma HDP'ê Ayhan Bilgen û Fatma Kurtulan, ji bo demokratîkbûn û pêşxistina azadiyan 3 pêşnûna-qanûn dan meclîsê.    Wekîlên Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan û Ayhan Bilgen, ji bo Tirkiye demokratîk bibe û azadiya mafên mirovan pêş bixe 3 pêşnûma-qanûn da meclîsê.  Kurtulan û Bîlgen di pêşnuma-qanûna demokratîkbûnê de xwest “Komîsyona Îhtîsas û Xwerûbûnê û Lekolîna Heqîqeta Dîrokî" bê avakirin. Wekîlan xwest bi vê qanûnê Tirkiye li rastî û heqîqeta xwe vegere û şaşiyên xwe rast bike. Wekîlan anîn ziman ku ji bo Tirkiye ji vê krîza bê binî rizgar bibe divê li rastiya xwe ya dîrokî vegere û vê rastiya xwe qebûl bike û  cihê vê yekê jî Meclisa Mezin a Tirkiye ye. Wekîlan xwest ji bo hemû pirsgirêkan çareseriya mayinde bê avakirin û ji bo vê yekê jî xwest azadiya mafan bê dayîn û ev yek bi zagonan bê parastin. Wekilan ji bo vê yekê jî xwest "Komîsyona guhertina qanûnan a ji bo Zedekirina Azadiya Mafan û Avakirina Edaletê" bê avakirin. Wekîlan xwest TCK'ya heyî demokratîk bibe û hemû astengiyên li peş azadiya ramanê bên rakirin.