Bîlgen: Nikaribûn muxalefeta demokratîk tasfiye bikin 2018-11-04 09:14:09   ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, operasyona 4'ê Mijdarê ya li hemberî HDP'ê şiband polîtîkayên çewisandinê yên demên dawî yên Osmaniyan û got: "Me di 24'ê Hezîranê de dît, nikare muxalefeta demokratîk tasfiye bike. Wê ev yek di hilbijartinên herêmî de careke din bê pûçkirin."    Di 4'ê Mijdara 2016'an de hevserokên giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî di nav de 12 parlementerên HDP'ê hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen ê di 4'ê Mijdarê de hat binçavkirin, pêvajoya navborî nirxand.    Bîlgen, anî ziman ku hilbijartina 7'ê Hezîranê lîstikên îktîdarê xera kiriye û got: "Îktîdar ji bo maseya pêvajoya çareseriyê xira bike, di nav lêgerînekê de bû. Nîşaneya vê ya herî girîng jî êrîşa li hemberî mîtînga HDP'ê ya Amedê ya di 5'ê Hezîrana 2015'an de pêk hat."    Bîlgen got: "Jixwe îktîdarê ji destpêkê ve pêvajoya çareseriyê ji bo tasfiyekirinê xistibû dewrê. Paşê vê yekê bi darê darizandinê, bi girtinan pêk anî. Îktîdara ku dît dê di pêvajoya çareseriyê de qezenca wê zêde tune be, her tişt ji holê rakir. Xwestin pêvajoya çareseriyê veguherînin tiştekî wisa ku wexta dilê wan bixwaze serwîs bikin û wexta dilê wan bixwaze jî rabikin."    'PÊŞÎ CIVAKÊ HEDEF GIRTIN'    Bîlgen, destnîşan kir ku di siyaseta sosyolojîk de tu beramberiyeke siyaseta li ser maseyê tune ye û got: "Pêvajoya ku daxwazên civakê esas negirtin û ji jorê ve bi helwesteke îktîdarî û li paş deriyan pêvajo bi rê ve dibir, em anîn 4'ê Mijdarê." Bîlgen, anî ziman ku beriya 4'ê Mijdara 2016'an civak hedef hatiye girtin û got: "Xendek ji xwe re kirin hincet û bi şaredariyan zemîna operasyonan amade kirin. Her çend Dayika Taybet, jêrzemînên Cizîrê ketin rojeva Meclîsê jî, lê belê rê li ber mirinan nehat girtin. A rast pêşî rasterast gel, civaka sivîl, bajar û rêveberiyên bajaran hedef hatin girtin. Pêvajoyeke plankirî bû."    ‘DÎSA KONSEPTA EWLEHIYÊ KET DEWRÊ'    Bîlgen got: "Li Tirkiyeyê AKP piştî 2007'an ji nû ve hat şêwandin. Pêvajoya ku îktîdara berê û ya nû di dozên Ergenekonê de rû bi rû man, di 15'ê Tîrmehê de hema bêje rovanşa wê hat stendin. Feraseta vesayeta leşkerî-siyasî bi paş ve hat vekişandin û li Cizîr û Sûrê ji nû ve feraseta li ser asasên leşkerî rabû derket holê. Li hêlekê ev konsept li bajarên kurdan pêk dihat, li hêla din jî bingeha 15'ê Tîrmehê hat çêkirin."   ‘POLÎTÎKAYÊN SED SAL BERÊ DÎSA KETIN DEWRÊ'    Bîlgen, destnîşan kir ku AKP bi pêkanînên dewleta berê, bi pêkanînên ewlehîparêz/antîdemokratîk û vegotinên netewperestî bloka netewperestiyê ava kiriye û got: "Îktîdarê fêm kir, nikare bi demokrastîkbûyînê pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Nexwest serdestiyê parve bike û erkê dewr bike. Wekî sed sal berê, wekî Osmaniyan li navendê bi cih bû û bi çewisandin, tepisandin, sirgûn û koçberiyê xwest kontrol bike. Loma siyasetmedar girtin, dest danîn ser şaredariyan û qeyûm tayîn kirin."    Bîlgen got: "Me di 24'ê Hezîranê de dît, nikare muxalefeta demokratîk tasfiye bike. Wê ev yek di hilbijartinên herêmî de careke din bê pûçkirin."    MA / Berivan Altan