Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê 2018-11-06 13:17:15   WAN - Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, qeydên dengan ên hevdîtina rişvetê ya Qeyûmê tayînê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hat kirin, ji Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu pirsî.  qeydên    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, bûyera rişvetê ya Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku Ajansa Mezopotamya (MA) bi nûçeya “Li Şaredariya Mezin dibin navê ‘Bexşîna Vansporê’ çerxa rişvetê” servîs kir, ji Wezîrê Karê Hûn dir Suyleyman Soylu pirsî.     Sarisaç ê HDP’î, di pirsnameya da de bal kişand ser nûçeya ajansê ya hatibû weşandin û xwest rastî derbikeve holê.    'GELO DERBARÊ RIŞVETÊ DE LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN?'   Sarısaç di pirsnameya da de, ev pirs ji Soylu kirin: “   * Gelo li Şaredariya Mezin dibin navê ‘Bexşîna Vansporê’ de rişvet xwestin rast e? Ev pêkanîn daîmiye?     *Gelo hûn pere xwestin ji welatiyan weke rişvet dibînin an na?    * Alîkarê Sekreterê Giştî yê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Ulker Cem Kaplan ji bo arazî ji Mehmet Nûrî Bozkur 150 hezar TL xwestiye. Gelo ev raste? Derbarê mijarê de qet agahiya we çêbû?    *Li gorî qeydên dangan Walîyê Wanê jî dinava vê pêkanîna rişvetê deye. Gelo we derbarê wî de tu lêpirsîn verin?