HDP: Leyla Guven mafdare, divê tecrît bê rakirin! 2018-11-11 14:53:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Rêxistinkirina Navenda HDP’ê, di nîşeya agahî dayîna ji hemû parlamenter, rêxistinên navçe-bajaran û meclîsan şand de, xwest ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamantera Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîtî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da dest pê kirin, derkevin.    Çalakiya greva bîrçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Berdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da dest pê kirin, di roja çaremîn deye. HDP’ê piştgirî da Guven û bang destek kirina çalakiya Guven li hemû rêxistin û meclîsa partiya xwe kir. Komîsyona Rêxistinkirina Navenda HDP’ê nîşeyek agahî dayînê ji hemû parlamenter, rêxistinên navçe-bajaran û meclîsên partiya xwe re şand û xwest piştgirî bibin çalakiya Guven.    ‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE ÊRÎŞÎ HEMÛ GELÊN ROJHILATA NAVÎN DIKIN’   Di nîşeya agahî dayîna HDP’ê de ev tişt hatin gotin: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê bi komployek navneteweyî hatin dîlgirin, bi demê re tecrîta li ser hat girankirin û ev sê salin ev tecrît di asta herî giran de berdewam dike. Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan, di serî gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn tên tecrît kirin û dilgirtin. Desthilatdariya siyasî dixwaze, bi tecrîtê qadên polîtîk û civakî, bide ji bîr kirin.    Ji ber vê em dibêjin, çalakiya greva bîrçîbûnê ya Leyla Guven li dijî  tecrîta li ser Birêz Ocalan dayî destpêkirin, mafdare û daxwaza wê daxwaza me ye. Bi tecrîtê re OHAL hat lidarxistin, qeyûm hatin tayîn kirin, hilbijêr, akademisyen, rojnameger, ronakbîr û bi hezaran mûxalîf hatin girtin. Bi tecrîtê dengê aşiyê yê bilind dibû, bêdeng kirin. Ji bo vê em dibêjin Leyla Guven Mafdare! Bila tecrît ni dawî bibe. Daxwaza wê daxwaza me ye. Divê dimildest tecrîta li ser Ocalan bê bi dawîkirin.        Em banga me ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû hêzên demokratîke. Ramanên Birêz Ocalan hemû gel anîn ba hev. Îro ne tenê gelê Kurd dibin êrîşek dijwar deye, bi gelê kurd re hemû vîna gelan dibin êrîşê deye. Divê hêzên demokratîk, çep û sosyalîst, ji bo gelên me, li dijî tecrîtê têkoşîna xwe xurtir bikin.   Di vê çarçoveyê de, em xwedî çalakiya greva bîrçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven derdikevin û çalakiya wê silav dikin.   Ji bo piştgiriya çalakiya greva bîrçîbûnê ya Guven, me bernameyeke çalakiyan amade kir. Li gorî vê yekê;    * 11 Mijdarê: Di civîna Meclîsa Jinan de, bibe rojeva sereke,   * 12 Mijdarê: Di civîna Meclîsa Partiyê de bê rojevî kirin   *13 Mijdarê: Di civîna Koma Meclîsê de bê rojevî kirin    *14 Mijdarê: Di civîna Hevserokên Bajaran de bê rojevî kirin   *16 Mijdarê: Li ber deriyê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ya Leyla Guven lê tê girtin, bi tevlîbûna parlamenteran daxuyanî ji bo çapemeniyê bê dayîn û çalakiya greva bîrçîbûnê ya dê di 17 û 18’ê Mijdarê de pêk were, bê ragihandin.    *17-18 Mijdarê: Bi tevlîbûna Parlamenter, rêveberên PM,MYK, Meclîsên Jin û Ciwanan ên bajarên Amed, Wan, Colemêrg, Riha û Edeneyê dê ji bo du rojan çalakiya greva birçîbûnê bê lidarxistin.    * Di hemû hevdîtinên Meclîsê bê rojevî kirin.    *Ji bo hemû kedkar, DKO, STO, partiyên siyasî, sazî û dezgehên navneteweyî nîşeyên agahî dayînê dê bên şandin.    *Li ser medya civakî û hemû organên medyayên din, armanca çalakiya Leyla Guven bê vegotin û ji bo vê yekê xebatan bên kirin.”