PSK: Helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke 2018-11-11 15:14:57   AMED - Alîkarê Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, diyar kir ku ew girîngiyê didin hilbijartina herêmî û got: “Di pêvajoyeke wiha de pêwîstî bi helwestek nû ya demokratîk heye. Ji ber vê helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke.”   Partiya Azad a Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) komxebata “Alternatîfa Neteweya Demokratîk a di Hilbijartinên Herêmî de" pêk anî. Komxebat li Otela Demîr a navçeya Sûrê hat lidarxistin. Endamên PAK, PSK û PDK-Bakr beşdarî komxebatê bûn.    Alîkarê Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, axaftina vekirinê ya komxebatê kir û wiha got: “Gelê Kurd di pêvajoyek pir zor û zehmet re derbas dibe. Li dijî gelê Kurd êrîşên pir dijwar hene. Me helwesta Tirkiyeyê ya ji bo referandûma Başûrê Kurdistanê ji bîr nekiriye. Dûre Efrîn dagir kir. Dîsa her roj gefan li gelê Sûriyeyê dixe. Roj nîne ku li her qadê, operasyonan pêk neyîne. Dîsan qeyûm tayînê hemû şaredariyên herêmê kirin. Em van hemûyan qebûl nakin. Ji bo vê yekê em girîngiyê didin hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê. Di pêvajoyeke wiha de pêwîstî bi helwestek nû ya demokratîk heye. Ji ber vê helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke. Di vê hilbijartinê de em dixwazin xwe jî bibînin.”