Siyasetmedarên li Sûriyeyê: Bila DYA dev ji biryara xwe berde 2018-11-20 09:14:51 KOBANÊ - Siyasetmedarên kurd ên li Sûriyeyê biryara DYA'yê ya ji o pêşengên PKK'ê nirxandin û xwestin demildest dev ji vê biryarê bê berdan. Siyasetmedaran anî ziman ku ev pêşeng li Şengal, Iraq û Sûriyeyê ji bo mirovahiyê şer kirine û gelê kurd li cem pêşengên xwe ne.  DYA'yê der barê sê pêşengên PKK'ê de û ji bo girtina wan wekî xelat pere diyar kirin. Partiyên kurd ên li herêma Bakur û Rojhilat ên Sûriyeyê bertek nîşanî vê biryarê dan. Tevî kurdên li herêmê ereb, turkmen û suryanî jî li hemberî vê biryara DYA'yê derketin û bi meş û daxuyaniyan bertek nîşan dan. Li Kobaniyê nûnerên Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (PDKS), Partiya Çepgir a Kurdan a Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) diyar kirin ku biryara hatiye dayîn li hemberî vîna gelê kurd e û ew ê li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî derkevin.    EM LI CEM WAN IN!    Rêveberê PYD'a Kobaniyê Bekir Hecî îsa, anî ziman ku daxuyaniya DYA'yê nayê qebûlkirin. Îsa, diyar kir ku wê ev nêzîkatî li herêmê bibe cihê bêaramiyê. Îsa, bal kişand ser şerê hersê rêberên li dijî DAIŞ'ê û got: "Ji Şengalê heta Kerkûkê, ji wir heta Rojava li hemberî hêzên tarî têkoşiyan. Piştevaniya kesên di vê rêyê de şer dikin kirin. Lê mixabin niha kesên piştevaniyê didin DAIŞ'ê tên xelatkirin û yên li hemberî wan şer dikin jî tên cezakirin. Divê DYA demildest dev ji vê biryara xwe berde. Ev yek ximztea vê herêmê nake. Ev biryar ji bo kûrkirina şer û krîza li herêmê ye. Bi vê yekê têxwestin civak ebrberiya hev bikin. her wiha ev yek berdewamiya komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em gelê Kobaniyê vê yekê qebûl nakin û bila herkes zanibe em li cem kesên li cem me ne."    Endamê Komîteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Çepgir a Kurdên Sûriyeyê Kamûran Qenco jî, diyar kir ku ev helwesta DYA'yê helwesteke durû ye. Qenco, pêşengên ji bo kurd û Kurdistanê şer dikin nirxên gel in û got: "Ew ji bo kurdan têdikoşin. Divê DYA demildest dev ji vê biryara xwe berde. Em bang li wan dikin. Xwe bi siyaseta Tirkiyeyê ve girê nedin. Siyaseta wan li ser tunekirina kurda ye. Li kuderê kurd hebin li dijî wan dertên."    WÊ KURD BÊTIR YEKÎTIYA XWE ÇÊBIKIN    Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa jî, destnîşan kir ku kurd li gorî dîtina DYA û Tirkiyeyê nêzî pêşengên xwe nabin û ev biryar biryareke siyasî ye û Tirkiye ji bo hin tiştan hatiye qanehkirin. Îsa, destnîşan kir ku hemû cîhan jî dizane ku kurd li hemberî mirovahiyê çekan bi kar naynin û got: "Em ji bo azadkirina mirovahiyê têdikoşin. Ev têkoşîn ji bo mirovahiyê ye. Em li dijî terorê ne. Demidlest divê dev ji vê biryarê bê berdan. Em xwedî li nirxên xwe derdiekvin. Ev nirx tim û tim pêşengiya me kirine. Loma hemû nêzîkatiyên li hemberî wan nêzîkatiya li hemberî çand û jiyana me ye. Em vê yekê qebûl nakin. Û em ê li hemberî vê bêtir yekîtiya xwe çêbikin."    MA / Nazim Daştan