DMME: Pêwiste Demîrtaş bê berdan 2018-11-20 14:40:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), li ser serlêdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş biryar da û xwest Demîrtaş were berdan.   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selehattîn Demîrtaş yê di 4'ê Mijdara 2016'an de di operasyona li dijî siyasetmedarên kurd de hate girtin û hêj girtî ye, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME'yê biryar da ku gelek mafên wî yên li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatine binpêkirin.   Dadgehê hikum da ku serlêdana Demîrtaş a li gorî xala 18'an a PMME'yê ya qebûlkirinê ye. Di biryarê de hate ragihandin, girtina Demîrtaş li qanûnên Tirkiyeyê nayê û divê tavilê bê berdan. Li gorî biryarê, xala bi hejmara 5/3 a PMME'yê hatiye binpêkirin û ev xal li ser mafê azadî û ewlekariyê ye. Dadgerên DMME'yê her wiha bal kişandin ser gotinên Demîrtaş ên di dema çalakiyên ji bo destekkirina berxwedana Kobanê û diyar kir, Demîrtaş sûc nekiriye. Di biryarê de ji dewleta Tirk hate xwestin ku ji bo Demîrtaş were berdan tedbîrên pêwîst werin girtin. Dadgehê wekî din dewleta Tirk bi dayina 10 hezar euroyî mehkûmî tazmînata manewî kir û hikum da ku ji bo lêçûnên darizandinê û yên din bide, 15 hezar euro tazmînatê bide.   ERDOGAN: BIRYARA DMME'YÊ ME ELEQEDER NAKE   Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan jî bertek nîşanî biryara DMME'ê da û diyar kir ku biryara DMME'ê ya der barê Selahattin Demirtaş de wan eleqeder nake.  Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul jî bertek nîşanî biryara DMME'ê da û wiha got: "Divê em biryarê bibînin. Di vê mijarê de merca darazê dê biryarê bide.