Temellî: Bila hemû hêzên derveyî welat ji Sûriyeyê vekişin 2018-12-20 15:48:36   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, biryara DYA ya vekişandina ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: "Divê hemû hêzên derveyî welat ji Sûriyeyê vekişin. Em bang li NY dikin ku înîsiyatîfê bigire."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di çarçoveya serdana xwe ya herêmê de, rêxistina partiya xwe ya Amedê ziyaret kir. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Fîlîz Kuluttekîn, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Îbrahîm Çîçek û Naşîde Toprak, parlementerên HDP'ê yên Amedê Musa Farisogullari û Dersim Dag û endamên partiyÊ Temellî û şandeya pêre pêşwazî kirin. Temellî li avahiya bajêr daxuyaniyek kurt da û got: "Di çarçoveya serdanên xwe yên herêmê de me xwest em Rêxistina xwe ya Amedê jî ziyaret bikin. Piştî Amedê serdanên me dê bi dawî bibe. AKP polîtîkayên xwe yên hilbijartinê li ser dijminantiya HDP'ê bi reve dibe. Ji ber vê rêveber û endamên HDP'ê binçav dike û armanca dike ku HDP'ê bike wê rewşê ku êdî nekare bixebite. Her ku diçe ev polîtîkayên li dijî HDP'ê mezintir dibin."   'PÊVAJOYA KRÎTÎK DEST PÊ KIR'   Temellî, bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 43'an de ye û wiha axivî: "Ev greva birçîbûnê rabûna li ber tecrîda li Îmraliyê ye, daxwaza ji bo dawîanîna tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Ev greva birçîbûnê girîng e. Ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyeyê ye."   Temellî careke din bang li raya giştî ya Tirkiyeyê kir û wiha bilêv kir: "Em di roja 43'an de ne û weke ku doktorên Birêz Leyla Guven eşkere kirin, pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hene, li xwe kêm kiriye û dema krîtîk dest pê kiriye. Bêyî ku dereng bikevin divê her kes bi erk û berpirsyariya xwe rabe. Ji bo vê jî lazim e tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe. Di vê mijarê de bi lez gav dikare bê avêtin û divê parêzer karibin biçin Îmraliyê."   'DIVÊ TIRKIYE JÎ JI SÛRIYEYÊ VEKIŞE'   Li ser biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) ya li ser vekişîna ji Sûriyeyê jî Temellî, ev tişt gotin: "Nêrîna me zelal û eşkere ye. bila hemû hêzên derve ji Sûriyeyê vekişin. Bila DYA jî vekişe, Tirkiye jî Rûsya jî vekişin. Bi dîtina me, divê hemû hêzên derve vekişin, gelên Sûriyeyê li ser paşeroja xwe biryarê bidin. Divê hemû hêzên derveyî welat ji Sûriyeyê vekişin. Em bang li NY dikin ku înîsiyatîfê bigire"   Temellî diyar kir ku  ji bo dawî li lîstikên şer ên li Sûriyeyê bê anîn divê Neteweyên Yekbûyî (NY) tavilê li hev bicive û ji bo aştiyê helwesta xwe nîşan bide.