Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye 2017-11-02 10:24:44 AMED – Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Gursel Tekîn têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got: “Ev sepandin li dijî mirovahiyê ye.”  Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Gursel Tekîn ê ku bi salane di bin sîwana CHP’ê de siyasete dike geşedanên di rojevê de ji Ajansa Mezopotamya re nirxand. Tekîn tayînkirina qeyûmên ser şaredariyê DBP’ê, girtina hevşeredaran wek xespkirina vînê pênase kir û got ku bi hikumeta AKP’ê re li welêt demokrasî ji holê hatiye rakirin.    ‘HERKES DIZANE KU SUCDARIYA TÊ KIRIN NE RAST E’    Tekîn destnîşan kir ku tu zemîna hiqûqî ya girtina hevşaredarên DBP’ê nîne û got: “25 sal e şaredarek û partiyek di nav sepandinên dij qanûnî de cih ne girtiye çima dê di nav salek dawî de cih bigire. Saziyên dewletê her sal hemû şaredariyan kontrol dikin. Mufetîşên sayiştayê û Wezareta Karê Hundir tên şaredariya. Di nav vê kontrolkirina 24 salan de we tiştek nedît lê we di 25’emîn salê de dît. Heke ku we di sala 25’emîn de dîtibe dê ji we re bêjin rojbaş. Em hemû baş dizanin ku ev sûcdarkiriyên tên kirin ne rastin.”    ‘DIVÊ DEMILDEST HILBIJARTINA PÊŞ WEXT PÊK WERE’    Tekîn da zanîn ku destkeftiyên demokratîk ên gelan bi pergala hiqûqa serdema 12’ê Îlonê tên desteserkirin û wiha dewam kir: “Tişta ku li Tirkiyê bê kirin ew jî hilbijartina pêş wext e. Bila gel çarenûsa xwe bi xwe tayîn bike. Ji bo parlementoyê wekîl tên hilbijartin lê mafê wan tên desteserkirin. Şaredar tên hilbijartin lê tên girtin û qeyûm tayînî cihê wan dikin. Di demek wiha de ji bilî hilbijartinê tu çareyek me tune ye.”    Tekîn anî ziman ku li Tirkiyê piştgirtinek civakî tune ye û tiştên di demên dawî de diqewimin û hebûna tunekirina demokrasiyê herkes dibîne û herkes jî di ferqa vê yekê de lê bêdeng dimînin. Tekîn got ku pirsgirêkên di demên dawî de li erdnîgariya kurdan diqewimin tu kes ne di ferqê de ye got: “Bi berxwedana Geziyê re dema mirov li dijî tankan û gazê li berxwe dan dest bi empatiyê kirin.”    ‘TECRÎD Û ÎŞKENCE LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’    Tekîn bal kişand ser binpêkirina mafan ên li Tirkiyê û zêdekirina îşkenceya li girtîgehan û wiha axivî: “Li gel ku ev binpêkirin û îşkence tên raporkirin û bi saziyên mafên mirova yên navnetewî re tên parvekirin didomin. Em di ferqa van binpêkirinan de ne. Bêlgeyên gelekan di destê me de ne. Em ê li hember vê yekê têkoşîna xwe dewam bikin.”    Tekîn diyar kir ku her cure îşkence, qedexekirina hevdîtinan û tecrîd sepandinên serdema 1980’an bi bîra wan dixe. Tekîn bersiva pirsa tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî da û got: “Ev sepandin li dijî mirovahiyê ye. Makezagonek Tirkiyê heye û kî dibe bila bibe divê çarçoveya van qanûna de tevger bike.”    MA / Semra Turan - Esra Solin Dal