HDP dê li rojavayê Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê 2019-01-16 13:24:54   ENQERE – HDP’ê duh di civîna xwe ya MYK’ê de biryar da ku dê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê yên lê bi hêz in bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Dê ev bajar û nazmetên wan di 27’ê çile de diyar bibin.   Ev demek dirêj e Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartina herêmî ya dê di 31’ê Adarê de pêk were xebatên diyarkirina nazmetan birêve dibe. Duh di civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê de biryarek krîtîk hat girtin. Civîn a li navenda giştî ya HDP’ê pêk hat 9 saet dewam kir.    Di civînê de hemû namzetên bajarên herêmê yên mayîn jî hatin diyarkirin. Beriya niha jî namzetên 41 navendan hatibûn aşkerekirin. Têkildarî van nazmetên hatin diyarkirin dê herî dawî di 18’ê çile de bê dayîn. Dê li avahiya HDP’ê bi civînek çapemeniyê bê aşkerekirin. Piştî vê daxuyaniyê dê di 24’ê Çile de li Amedê civîna danasîna namzetan bê lidarxistin.    Yek ji mijarên din ên girîng ku di civîna MYK’ê de hat axivîn jî namzetên HDP’ê yên ji bo bajarên rojavayê Tirkiyeyê bûn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; di civînê de biryara dê HDP bi namzetên xwe li bajarên bi hêz in bikeve hilbijartinê hat girtin.    Di çarçoveya vê biryarê de dê di civîna Meclîsa Partiyê de ku di 27’ê Çile de li Enqereyê pêk were dê ev namzetên bajarên lê bi hêz in bên aşkerekirin.    MITÎNGA HERÊMÊ    Yek ji mijarên din jî ya civîna MYK’a HDP’ê ew bû ku balê kişandin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya grev birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên din. Di bin sernavê tecrîd û grevên birçîbûnê de mîtinga li dijî tecrîdê ya dê di 19’ê Çile de ku hemû herêma Amedê beşdar bibe bê lidarxistin hat axivîn. Hat zanîn ku dê gelek parlamenterên HDP’ê beşdarî vê mitîngê bibin.     MA / Selman Guzelyuz