Serokê CHP'a Rihayê: AKP di 31'ê Adarê de nagêje miradê xwe 2019-01-23 09:25:10 RIHA - Serokê CHP'a Rihayê Hayrettîn Cîdîr, hîle û xurdeyên ji bo hilbijartinê tên kirin nirxandin û got, bloka AKP-MHP'ê naxwaze vî karî ji şensê re bihêle û wiha got: "AKP di vê hilbijartinê de nagêje mexsed û miradên xwe."  Ji niha ve ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê ve gelek hîle û xurde tên kirin û li ser gelek herêman ji derve hilbijêr tên qeydkirin. Yek ji van bajarên ku ev hîle û xurde lê tên kirin jî Riha û navçeyên wê ye. Serokê CHP'a Rihayê Hayrettîn Cîdîr, bal kişand ser van hîle û xurdeyên tên kirin.    ‘JI NIHA VE DEST PÊ KIRIN'    Cîdîr, diyar kir ku li gelek bajarên welat ev nelirêtî tên kirin, lê belê herî zêde jî li bajarên herêmê tên kirin. Cîdîr, bilêv kir ku beriya hilbjartina 31'ê Adarê li piyaseyê lîsteyên hilbijêrên xeyalî hene û ji bo ev rewş bê zelalkirin partiyên muxalefetê li meclîsê pêşnûmepirs dane, lê belê ev pêşnûmepirs ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatine redkirin. Cîdîr, destnîşan kir ku bi redkirina pêşnûmepirsê ji niha ve hîle daxilî hilbijartinê hatiye kirin û got: "Der barê kesên van hîle û xurdeyan dikin de lêpirsîn hatine destpêkirin?"    Cîdîr, bilêv kir ku herî zêde jî ev nelirêtî li Rihayê tên kirin û got: "Li bajarê me jî cihê bi hezaran hilbjêrî hatiye guherandin û gelek hilbijêr ji derve ve li ser bajêr hatine qeydkirin. Em wek partî li dijî ve ketin nav hewldanan û em ê çend roj şûnde encamên van hewldanan bi raya giştî re parve bikin."    Cîdîr, anî ziman ku wê AKP û MHP di vê hilbijartinê de bi ber kevin û got: "Ji bo AKP-MHP'ê agir xweş bû. Feydeya tirsê tune ye. Bi hîle û xurdeyan gemlêxistina li fikrên mirovan li me nayê. Hele kesên dibêjin em oldar in, ev qet li wan nayê. Em CHP, li hemberî van hîleyan tev digerin."    ‘ÊDÎ BAWERIYA GEL BI AKP'Ê NAYÊ'    Cîdîr, destnîşan kir ku êdî baweriya gel bi AKP'ê nayê û loma di hilbijartinê de serî li hîle û xurdeyan didin. Cîdîr, bilêv kir ku pêdiviya AKP'ê bi MHP'ê, pêdiviya MHP'ê jî bi AKP'ê heye û ji bo vê hemû rageşiyên di navbera xwe de danîne aliyekî û li dor "bekaya welat" hatine cem hevdu. Cîdîr, anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka bekayê tune ye, tenê pirsgirêkek heye ew jî AKP-MHP ye. Cîdîr, divê welatî bi rihetî karibin dengê xwe bi akr bînin, lê mixabin 10 sal in li vî welatî tiştekî wisa tune ye.    ‘WÊ AKP DI HILBIJARTINEKE DEMOKRATÎK DE WINDA BIKE'    Cîdîr, bilêv kir ku îktîdara heyî kesên wek wê nafikirin dike dijmin û got: "Îktîdara AKP'ê cihkarî xistiye nava welatiyên Tirkiyeyê. Ji ber vê gel ditirse. Ji ber vê welatî bi rihetî nikarin biçin ser sindoqan. Li Tirkiyeyê împaratoriya tirsê hatiye avakirin. Eger li Tirkiyeyê hilbijartineke demokratîk bê çêkirin wê AKP winda bike û dakeve biniya ji sedî 25'an."    Cîdîr, destnîşan kir ku ew ê li Rihayê piştgiriyê bidin Sabahattîn Cevherî.