Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê 2017-11-03 13:12:46 ENQERE – HDP’ê daxuyand ku ji bo namzeta Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê, Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak a girtî dane nîşandan.  Buroya Çapemeniya HDP’ê têkildarî peywîrdarkirinên Meclîsê agahî weşand. Agahdarkirina HDP’ê wiha ye: “Di encama nîqaşên partî û Koma me ya Meclîsê de da meşandin, ji bo Serokwekîliya Meclîsê Parlamentera Stenbolê Pervîn Buldan, ji bo Amiriya Îdareya Meclîsê Parlamenterê Enqerê Sirri Sureya Onder, ji bo Serokwekîliya Koma HDP’ê Parlamentera Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu û Parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim bidomînin biryar hat girtin. Her wiha di qanûnçêkirina nû ya salê de ji bo hilbijartina Serokatiya TBMM’ê Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak hat diyarkirin.”