Temelli: Daxwaz pir zelal e, tecrîdê rakin 2019-01-27 14:40:40   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî yên li girtîgehan û wiha got: "Girtiyan bi armanca tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe dest bi grevê kirine. Daxwazên wan pir zelal in. Em bang li rayedaran dikin. Ji bo greva birçîbûnê nebe sedema mirinê û ji bo em hevalên xwe winda nekin, em bang li îktîdarê dikin. Daxwaz pir zelal in. Tecrîdê bi dawî bikin."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temelli; têkildarî geşedanên siyasî, xebatên hilbijartinê, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Temelî, beriya civîna Endamên Meclîsa HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê.  Temellî bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi rengekî nehiqûqî hate girtin û bi berdanê re beşek ji rewşa nehiqûqî ji holê hate rakirin, lê hêj jî bi dehan wekîl û siyasetmedarên hilbijartî li girtîgehê ne û wiha got: "Hîn jî parlamenterên me yên girtî hene û ez dixwazim vê rewşa ku hiqûqê nas nake teşhîr bikim. Me Leyla Guven a 81 rojin di greva birçîbûnê de ye, li malê ziyaret kir. Silavên xwe li civakê û gelê me heye. Diyar kir ku wê greva birçîbûnê bi biryardarî bidomîne. Yên ku hewl didin berdana wê û greva birçîbûnê bi hev ve girê bidin, xwe şaş dikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiyeke ku li dijî tecrîdê ye. Hem Leyal Guven hem jî zêdeyî 230 girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne û nêzî 1000 hevalên me yên bi rengekî bêdawî-bidorveger di greva birçîbûnê de ne, dixwazin tecrîd bi dawî bibe."   '20 SALIN TECRÎD DIDOME'    Temellî bi bîr xist, tecrîd hîn jî didome û heta bidome xuya ye wê grevên birçîbûnê zêde bibin û wiha axivî: "Grevên birçîbûnê heta bidawîbûna tecrîdê wê bidome. Ji bo greva birçîbûnê rê li ber mirina mirovan veneke û hevalên me jiyana xwe ji dest nedin, em bang li desthilatdariyê dikin. Daxwaz vekirî ye. Tecrîdê bi dawî bikin. Tecrîda ku 20 sal in didome, ne ya qebûlkirinê ye. Tecrîda ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hatiye şidandin, binpêkirina mafên mirovan a giran e. Malbat, parêzer nikarin bibînin. Daxwaza Leyla Guven eşkere ye. Bi hevdîtineke 2,5 salan carekê, hikumet dixwaze civakê bixapîne. Ev yek nayê wê wateyê ku hevdîtinên malbatê pêk tên. Hevdîtina malbatê têrê nake. Divê Birêz Ocalan jî karibe ji mafên hikumxwaran sûdê werbigire ku mafê wî yê herî xwezayî ye."   'TECRÎD TIRKIYE DIXETIMÎNE'    Temellî diyar kir, tecrîd bûye sîstemeke, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û wiha lê zêde kir: "Tecrîdkirina Tirkiyeyê di mijara aştî û mafên mirovan de rêya Tirkiyeyê dixitimîne. Divê bê dîtin ku ev yek li Rojhilata Navîn rê li ber kîjan encaman vedike. Pêwîste hêzên demokrasiyê, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê dengê Leyla Guven ê li dijî tecrîdê bilind bikin. Eger tecrîd bi dawî nebe, ev welat wê bikeve nava rewşeke xerabtir ku ji şert û mercên heyî girantir be."   BIRYARA MPKE GIRÎNG E   Temelî, bal kişand ser biryara Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropa (MPKE) ya der barê tercid û demokratîkbûna Tirkiye de û wiha got: “MPKE'ê der barê rewşa Tirkiye de biryar da. Biryarek girîn bû. Hem têkildarî tecrîdê û hem jî têkildarî bê hiqûqî û dijdemokratîkbûna Tirkiye de biryarek girîng bû. Ev biryar nîşan dide ku dewşa hiqûq, demokrasî û mafên mirovan di çi astê de ye. Ger ku îro li Tirkiye binpêkirina mafan hebe ji bo her kesî heye. Ev ji bo me pirsgirêkek mezin e. Bingeha demokrasiyê meclîs e. Hûn nikarin bêjin ez biryara PMKE'ê ya der barê Demirtaş de nas nakim. Hûn nikarin bêjin biryara CPT ya der barê Îmraliyê de nas nakim.    MUTABAQATA EDENEYÊ   Temellî polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Rojhilata Navîn rexne kir û got, "Bala xwe bidinê; yên ku Rojhilata Navîn wêran kirine, dema ku tengav dibin li formuleke nû digerin. Di asta herî bilind de bêpîvan in. Tiştekî bi navê Mutabaqata Edeneyê careke din datînin ber me. Bi vê yekê re hewl didin tengaviya xwe li gelên Tirkiyeyê, li gelê Kurd ferz bikin. Rêya wan ne rê ye, ev yek hilweşîneke mezin e. Ne bi Mutabaqata Edeneyê, rê êdî bi aştiyê vedibe."   Temelî, herî dawî destnîşan kir ku têkoşîna wan li dijî şer, tecrîd û binpêkirina mafan e û wiha bi dawî kir: "Têkoşîna me ya demokrasî û aştiyê li dijî tecrîdê û şer e. Li dijî pergala heyî ye."