'Çi dikin bila bikin serkeftin ya me ye’ 2019-01-30 16:21:01   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek navendan namzetên hevşaredariyan ên HDP’ê bi gel re hatin cem hev. Namzetên hevşaredariyan diyar kirin ku ew ê şaredariyên xwe ji qeyûman bistînin û gotin: “Ew çidikin bila bikin serkeftin ya me ye.”    WAN   Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Erdîşê bi gel re hatin ba hev. Namzetên hevşaredariyan di têketina Erdîşê de ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin û li navenda navçeyê geriyan. Pişt re li ber Hala Sebze şahiya danasîna namzetên hevşaredariyê yên Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmut Pala pêk anîn.    ÇETÎN: EM Ê ŞAREDARIYÊ BI HEV RE BIRÊVE BIBIN    Yildiz Çetîn silav ji Leyla Guven û hevşaredara girtî ya Erdîşê Dîba Keskîn re silav şand û got: “Hevşaredarên me girtin û avêtin zîndanan. Dibe ku me jî biavêjin zîndanan lê dê nikaribin vîna gel kelepçe bikin. Em ê hemû bi hev re şaredariya xwe birêve bibin. Em ê xwe û bajarê xwe birêve bibin.”    Namzetê hevşaredariyê Mahmut Pala jî da zanîn ku tevî zextan jî ew ê bixebitin û di hilbijartinê de bi ser bikevin û got: “Em ê tu demê paş ve gav neavêjin.”    AVCI: WÊ ENCAM NEGIRIN    Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci jî destnîşan kir ku ew ê tu demê zextên li ser wan encam negirin û got: “Ew çidikin bila bikin dîsa jî wê serkeftin a me be. Em ê şaredariyên xwe paş ve bigirin. Em ê rûxandina qeyûman bi gel re parve bikin. Wan Ya Me ye. Erdîş Ya Me ye.”    Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe jî got têkoşîna jinan AKP’ê ditirsîne û ji ber vê yekê zextên li ser jinan zêde dikin. Ozgokçe got ew ê di 31’ê Adarê de ji qeyûman hesab bipirsin.    Bernameya danasîna namzetan bi berzkirina dirûşmên “Erdîş bi we serbilind e” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” bi dawî bû.    ŞIRNEX    Rêxistian HDP’ê ya Şirnexê jî Namzetên Hevşaredariya HDP’ê ya navçeya Basayê Zîlan Ecevît û Mehmet Emîn Kiliç bi bernameyekê bi gel dan nasîn. Namzet ji aliyê şêniyên navçeyê ve bi lîlandin û îşaretên serkeftinê hatin pêşwazîkirin. Di bernameya danasînê e Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz anî ziman ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe dê aştî neyê Tirkiyeyê û xwest demildest tecrîd bê rakirin. Kaçmaz got ew ê li dijî îtîfaqa AKP û MHP’ê bi ser bikevin.    Namzetên Hevşaredariya Basayê Zîlan Ecevît û Mehmet Emîn Kiliç jî gotin ew ji bo bibin layîqî vê wezîfeyê soz didin gelê xwe û dê hêviya gelê xwe neşkênin.    ERZIROM   Namzetên hevşaredariyên HDP’ê yên navçeyên Tekman û Qerayaziyê yên Erziromê dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kirin. Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Tekmanê Muzahît Karakuş û Yanes Çelîk li navenda navçeyê gelek mal ziyaret kirin û di sohbetan de behsa hilbijartinê kirin.    Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Qerayaziyê Burhanettîn Şahîn û Melîke Goksu jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnafên navçeyê ziyaret kirin. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî namzetên hevşaredariyê dan.    AMED    Rêxistian HDP’ê ya Amedê jî namzetên hevşaredariya xwe yên navçeya Karazê Rojda Nazlier û Kasim Pervane bi gel da nasîn. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun, Semra Guzel û Musa Farisogullari, Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî beşdarî bernameya danasînê bûn. Namzetên hevşaredariyê, parlamenter û rêveberên HDP’ê li navçeyê geriyan û derbasî avahiya HDP’ê bûn. Namzetên Hevşaredariyê gel silav kirin û gel eleqeyek mezin nîşanî wan dan. Di bernameyê de stran hatin gotin û govend gerandin. Dirûşmên “Karaz Ya Me Ye” û “Amed Ya Me Ye” berz kirin.    UYANIK: EM Ê BI HEV RE BIRÊVE BIBIN    Hulya Alokmen Uyanik di bernameyê de axivî û da zanîn ku ew ê di 31’ê Adarê de qeyûm ji cihên jê hatine dîsa bişînin wir û ew ê şaredariyên xwe bi gel re birêve bibin. Uyanik got ew ê teqez bi ser bikevin û bajar û şaredarî yên wan in.    ‘GEL WÊ JI QEYÛMAN HESAB BIXWAZE’    Namzetê Hevşaredariya Karazê Kasim Pervane jî diyar kir ku tevî hemû zextên li ser partiya wan gel xwedî li partiya xwe derdikeve û got: “Gelê me yê qedirbilind dê di hilbijartinê de hesabê ji qeyûman bixwaze. Em ê li gorî daxwaza gelê xwe şaredariyê birêve bibin û hilberînin. Em ê qeyûman ji ser vê axê biqewirînin.”    Piştî danasîna Karazê HDP’yî ji bo danasîna namzetên hevşaredariya Hênê derbasî Hênê bûn.