Di 4 mehan de der barê HDP'iyan de 257 fezleke hatin amadekirin 2019-01-31 09:22:58 ENQERE - Di Serdema 27'an a Meclîsê de, der barê 33 parlementerên HDP'î de bi giştî 257 fezleke hatin amadekirin. Ji van fezlekeyan 159 jê der barê 6 parlementerên jin de ne.  Di Serdema 27'an a Meclîsê de, bi daxwaza "betalkirina destnedayînê" der barê 33 parlementerên HDP'î de bi giştî 257 fezleke hatin amadekirin û ji meclîsê re hatin şandin. Ev fezleke di nav 4 mehan de hatin amadekirin.    Fezlekeyên der barê kesên nû bûne parlementer hatine amadekirin de, piranî jê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî hatine amadekirin. Fezlekeyên der barê parlementerên di serdemên din de jî parlementerî kirine, piranî ji ber daxuyaniyên wan ên çapemeniyê hatine amadekirin.    HERÎ ZÊDE DER BARÊ PARLEMENTERÊN JIN DE HATINE AMADEKIRIN    Ji 33 parlementerên der barê wan de fezleke hatine amadekirin, 16 jê parlementerên jin in û der barê wan de 159 fezleke hatine amadekirin. Herî zêde jî der barê Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca de fezleke hatine amadekirin. Der barê Ûcayê de 38 fezleke hatine amadekirin.    ‘BI FERMANÊ TÊN AMADEKIRIN'    Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ku der barê wê de 13 fezleke hatine amadekirin, ji bo van fezlekeyan got: "Fezlekeyên nehiqûqî." Beştaş, destnîşan kir ku ev fezleke li gor pêvajoyeke qanûnî û tespîtkirina sûc nehatine amadekirin û got: "Wexta em li tevahiya fezlekeyan dinerin, em dibînin ku operasyona siyasî didome. Beriya 4'ê Mijdara 2016'an de jî, di nav 2 mehan de der barê me de bi sedan fezleke hatin amadekirin, sewqî dadgehan hatin kirin û niha hevalên me hîn jî di girtîgehê de ne û em hîn jî tên darizandin. Lê belê tu eleqeya evan bi hiqûqê, mantiqa ceza an jî sûc re tune ye. Em siyasetê dikin. Em hewl didin siyaseta demokratîk qewî bikin."    ‘XEBATA JI BO HILBIJARTINÊ'    Beştaş, ji bo fezlekeyên di demeke kurt de hatin amadekirin got: "Xebata hilbijartinê ya îktîdarê ye. Beştaş, diyar kir ku ev tê wateya operasyoneke li hemberî HDP'ê û tunekirina HDP'ê û got: "Ev operasyona AKP'ê ye ku dixwaze reqîbên xwe ji holê rabike, lê belê wê nikaribe bi ser bikeve. Ji hilbijartina herêmî r ehindik ma, loma dixwazin HDP'ê krîmînalîze bikin. Dixwazin bêjin 'lê binerin em vala namînin.' Du roj berê namzeta me ya Cizîrê Berîvan Kûtlû hat binçavkirin. Tenê jinan binçav kirin. Bi vî awayî dixwazin HDP'ê bê erk bikin."    ‘JI TÊKOŞÎNA JINAN DITIRSIN'    Beştaş, fezlekeyên ku herî zêde der barê jinan de hatine amadekirin jî nirxandin û diyar kir ku "muktedîr" ji têkoşîna jinan ditirsin û got: "Bi taybetî berê xwe didin jinan. Çimkî, hêza jinan, helwest û baweriya jinan tim di pozîsyoneke pêşengtiyê de ye. Wê jin demokrasiyê bînin vî welatî. Wê jin maf û azadiyan tesîs bikin. Wê pêşî jin welatîbûna azad û wekhev pêk bînin. Pir ditirsin. Loma herî zêde der barê parlementerên jin de fezleke tên amadekirin. Me peyama wan girt, lê peyameke me jî heye: Hûn nikarin jinan bidin sekinandin. Wê jin ji têkoşîna ji bo maf, azadî û demokrasiyê tawiz nedin."    MA / Diren Yurtsever