'Wê Colemêrg careke din rekorê bişikîne' 2019-02-01 09:09:26 COLEMÊRG – Namzeta Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş bal kişand ser hilbijartinê û sekna gelê Colemêrgê û wiha got: "Wê Colemêrg di 31'ê Adarê de careke din rekorê bişikîne." Namzet Cîhan Karaman jî bal kişand ser erka rêveberiya herêmî û got: "Di şaredariyê de gotin a gel be."  Ji hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê re 59 roj man û partî bênavber dixebitin. Namzetên Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş û Cîhan Karaman, destnîşan kirin ku wê gel di 31'ê Adarê de bersivê bide.    Namzet Ataş, di sala 1986'an de li gundê Enver ê Gevera Colemêrgê hatiye dinê û li Zanîngeha Balikesîrê Beşa Darayî xwendiye û di sala 2017'an de bi KHK'ê ji karê xwe yê Midûriyeta ÎŞKÛR a Wanêê hat îxrackirin. Her wiha Ataş, li gel xebatên xwe yên Sendîkaya Kedkarên Buroyê, berdevkiya Platforma Jina ya Ah Tamara û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê jî kiriye. Namzet Karamn jî, 15 salan di şaredariyê de xebitî û 3 salên dawî jî Serokatiya Şaxa DÎSK'ê ya Colemêrgê kir.    XEBATÊN JI BO JINAN   Ataş, bilêv kir ku ew ê piştî hilbijartina 31'ê Adarê tevî jinên Colemêrgê tev bigerin û ew ê hewl bidin li bajêr potansiyel û hêza jinê derxînin holê. Ataş got: "Em ê bi hêz hevalên xwe yên jin, em ê di şaredariyên HDP'ê de modelên kooperatîfan çêbikin. Li Colemêrgê, jixwe li her malekê kooperatîfek heye. Em ê hewl bidin berên ku jin li malê çêdikin li bazaran bi cih bikin. Tiştên herêmî ji bo me pir girîng in. Hingiv û gûzên Colemêrgê pir biqîmet in. Em ê hewl bidin ku ji bo jinan beramberiyeke van tiştan hebe. Em ê bazarên kedê yên jinan ava bikin."    Ataş, diyar kir ku ew ê Navenda Şêwirmendiyê ya Jina ya Binevşê ku qeyûm ew girtibû ji nû ve vebikin û radestî jinan bikin.    'WÊ COLEMÊRG CAREKE DIN REKORÊ BIŞIKÎNE'    Ataş, destnîşan kir ku gelê Colemêrgê li pişt gelê xwe ye û got: "Gelê Colemêrgê tu tşt ji bawerî û vîna xwe winda nekiriye. Gel bi awayekî girseyî em pêşwazî kirin û bi rojan e bi şev û biroj em û gel tên cem hevdu. Her diçe ev coşa me zêdetir dibe. Niha rewş ev e; Wê Colemêrg di 31'ê Adarê de careke din rekorê bişikîne. Em li Colemêrgê ji tu kesî doza dengan nakin. Wexta em diçin malan, ew heycana ku ji zûv de ye me hevdu nedîtiye li me peyda dibe."    'EM Ê TEVÎ GEL PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN'    Namzet Cîhan Karaman jî, diyar kir ku şaredariyên aîdî gel veguherîne qereqolan, lê belê wê gel di 31'ê Adarê de bersiva vê yekê bide. Karaman got: "Me hemû pirsgirêkên li bajarê xwe tespît kiin. Em ê tevî gel van pirsgirêkan çareser bikin. Em ê şaredariyeke bi feraseta ku gel xwedî gotine e berpêş bikin. Yanî em ê şaredariyên HDP'ê yên gel bêriya wan kirine bidein gel. Wê gel biryara xebatên me bide. Pirsgirêkên taxan çi bin, em ê bi gel re çareser bikin." Karaman, bilêv kir ku ji bo vê yekê çi ji destê wan bê ew ê bikin.