Namzetên keyatiyê yên taxên Sûrê nikarin xwe bigihînin hilbijêran! 2019-02-13 09:27:57 AMED - Li navçeya Sûrê qedexeya derketina 6 taxên di qedexekirina derve de hatin rûxandin didome. Namzetên keyatiyê yên van taxan, bi rêya telefonê xwe digihînin hilbijêrên xwe yên li çar hawirdorê bajêr belav bûne. Keya Koçero Topdemîr ku 3 sal in mohra wî di bêrîka wî de ye, diyar kir ku ji ber tax tune ne, ew nikarin projeyên xwe bînin ziman.  Li navçeya Sûrê ya Amedê, di dema qedexeya derketina derve ya di 2'yê Kanûna 2015'an de hat îlankirin û 103 rojan dewam kir, gelek tax hatin rûxandin. Hîn jî taxa Cevatpaşa, Hasirli, Dabanoglû, Savaş, Cemal Yilmaz û Fatîh Paşayê qedexeya derketina derve didome. Ji ber vê yekê namzetên keyatiyê yên van taxan bi rêya telefonê xwe digihînin hilbijêrên xwe yên li çar hawirdorê bajêr belav bûne.   TAX TUNE YE, LÊ MOHR HEYE    Keyayên van taxan, ji ber tax tune ne 3 sal in mohra wan di bêrîka wan de ye. Wê di 31'ê Adarê de li van taxan hilbijartina ji bo keyatiyê jî çêbibe. Lê belê karê namzetên keyatiyê yên van taxên ku tenê navê taxan hene, zehmet e. Çimkî li holê mal tune ne ku li deriyên wan bixin û projeyên xwe vebêjin.    Her wiha tevî van 6 taxan ku 24 hezar kes koç kirine, li taxên Alîpaşa û Lalebeyê jî heman rewş heye. Ji ber "veguherîna bajêr" piraniya welatiyên van taxan jî koç kirine. Namzetên keyatiyê yên van taxan jî bi heman rewşê re rû bi rû mane.    24 KESAN JI BO KEYATIYÊ BÛN NAMZET DA    Li her 6 taxên hîn jî qedexe ne, 24 kesan ji bo keyatiyê namzetiya xwe daniye.    Keyayê Taxa Cemal Yilmazê Koçero Topdemîr, ji Kanûna 2015'an ve mohra xwe li ser xwe digerîne. Topdemîr, bi vî awayî xizmeta welatiyên ji taxê koçberî çar hawirdorê bajêr bûne dike.    'WELATÎ LI SER TAXÊN HATINE SEROBINOKIRIN QEYDKIRÎ NE'    Topdemîr, ji bo keyatiyê dîsa namzetiya xwe daniye. Topdemîr, bilêv kir ku ji sedî 95'ê welatiyên ji taxê koç kirine li bajêr dijîn û welatiyan di referandûma serkomartiyê, hilbijartina serokomartiyê û hilbijartina 24'ê Hezîranê de dengê xwe bi kar anîne lê belê ji ber koçberiyê hejmara hilbijêran kêm bûye. Topdemîr, destnîşan kir ku hîn jî welatiyên ji Sûrê koçber bûne li ser navçeyê qeydkirî ne û got: "Kesên ji mecbûrî ji navçeyê derketin, li navçeyên din ên bajêr di xaniyên bi kirê de ne. Kêm kes çûn rojavayê welat. Piranî jî li Amedê ne. Kesî navnîşana xw eneguherand. Niha herkes li ser taxa hatiye dûzkirin qeydkirî ye. Kesên koçber bûne, dixwazin vegerin taxên xwe."    ‘WÊ VENEGERIN'    Topdemîr, bilêv kir ku beriya qedexeyê nêzî 2 hezar mal li taxa wan hebûn, lê belê piştî biryara "îstimlaqkirina lezgîn" kevir li ser kevir nema. Topdemîr, diyar kir ku xaniyên niha li şûna yên hatin rûxandin tên çêkirin kêmtir in û loma wê gelek jê nikaribin vegerin taxa xwe. Topdemîr, ji bo bihayê xaniyên tên çêkirin jî got: "Hêvîdar im xaniyên tên çêkirin bidin xwediyên wan. Daxwaza min ew e ku ji bo şêniyên taxê fiyetê xaniyan ne biha be. Çimkî şêniyên taxê dixwazin vegerin taxa xwe."    WÊ LI DU DIBISTANAN BIÇIN SER SINDOQAN    Topdemîr, anî ziman ku di hilbijartinên berê de hilbijêr li dibistana herî nêzîk an jî li daîreyên fermî dengê xwe bi kar dianîn, lê belê dê di vê hilbijartinê de li Lîseya Îmam Xetîbê ya Alpaslan û Dibistana Seretayî ya Alapaslanê deng bi kar bînin.   Topdemîr, diyar kir ku keyayên berê tên naskirin, lê belê ji ber rewşa heyî namzetên nû nikarin danasîna xwe bikin û got: "Ez hemû hilbijêran nas dikim. 11 sal in ez keya me û ji ber xizmeta min herkes min nas dike û hez ji min dike. Loma min ji bo hilbijartinê broşor jî çap nekirin. Ji ber tax tune ne, tu namzet nikarin behsa projeyên xwe bikin."    MA / Lezgîn Akdenîz