HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir 2019-02-13 17:10:50   WAN - Parlamenter û rêveberên HDP'ê yên ji Wanê bi armanca tev li roja 100'emîn çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bibin derketin rê û rastî barîkata polîsan hatin, bar^kata polîsan derbas kirin.    Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 98'an de berdewam dike. Parlamenter û rêveberên HDP'ê bi armanca di roja 100'emîn a Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de Guven ziyaret bikin ji gelek bajarên Kurdistanê dest bi meşê kirin. Parlamenter û rêveberên HDP'ê li Wanê rastî astengi û barîkata polîsan hatin. Piştî niqaşên dirêj, parlamenterên  û rêveberên HDP'ê Astengiya polîsan derbas kirin. Parlamenterê HDP'ê Saît Dede, Saliha Aydeniz, Murat Sarısaç, Muazzez Orhan piştî ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, li Kolana Maraşê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Parlamenteran piştî rûniştina 4 saetan dorpeç û benda polîsan derbas kirin û dîsa dest bi meşê kirin. Girse bi tevlêbûna parlamteran ber bi Westanê ve ketin rê. Parlamentderan diyar kirin ku dê çalakiya xwe di navçe û bajarên ku berê diyar kiribûn de diyar bikin û xwe bigînin mala Leyla.