HDP şerh danî: Pêşnûmeya Torbe xizmeta gel û wîcdanê gel nakin 2019-02-20 12:59:47   ENQERE - HDP'ê der barê pêşnûmeya torbe de şerh danî û diyar kir ku rêjeya faîza ku rençber bide ji sedî 5 zêde bûye û bi zema OTV'yan re rû bi rû mane. HDP'ê da zanîn ku xalên pêşnûmayê xizmeta gel û wîcdanê gel nake."    Partiya Demokratik a Gelan (HDP), pêşnûmeya ji 18 xalan pek tê ku wekîlên AKP'ê peşkêşî meclîsê kirin û ji aliyê Komîsyona Plat û Butçeyê ve hat qebûl kirin şerh danî. HDP, der barê torbeya pêşnûmeya ku deynê krêdîyê yên çandiniyê ji nuve plan dike û bava (KDV) ya pirtûk û weşanên bi dem tên çapkirin û berhemên petrolê pêk tê, şerh danî. HDP'ê diyar kir ku AKP asê bûye û beriya hilbijartina 31'ê Adarê ji bo xwe ji vê asêbûnê xelas bike torbeyek pêşnûmeyê datîne pêş xwe û aniye rojeva meclîsê. HDP'ê da zanîn ku ev torbeyê pêşnûmayê li ser Rant   û hilbijartinê hatiye amadekirin û wuha got: "Ev dibe sedem ku dewleta hiqûqê bê pişaftin û ji cewherê xwe dûr bikeve. Ev dişibe pêkanîna Karl Marx. Karl Marx di salên 1842-43'an de ji bo Rojnameya Rheinische Zeitung di meclîsa Ren Eyalet de di der barê nivîsa 1841’an a ‘Niqaşên Dizên Êzîngan' de pêşnûmeya qanunê dabû. Bi vê pêşnûmeyê dirokê didin pêş. Divê baca weşanan bê rakirin. Welatî bi zema OTV re rû bi rû ne. Baca telefonan û serfxwirên taybet  ji sedî heta 50 bilind bûye. Dîza zema rençberan ji sedî 5 zêde bûye.      MA / Diren Yurtsever