Wekîlê HDP’ê Bilgen: Hûn nikarin bi sembolên al û welat gemara xwe veşêrin 2019-02-20 14:24:27 QERS - Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, têkildarî lîstika AKP û MHP'ê ya li Qersê daxuyanî da û diyar kir ku AKP ji bo MHP bi ser bikeve xwe paşve kişand û wiha got: "Qers di bin çop û gemarê de maye. Bi van polîtikayên wetanperwerî û alperestiyê dixwazin qirêjî û gemara xwe veşêrin. Hûn nikarin bi sembolê welat û alê gemara xwe veşêrin."  AKP'ê namzetê xwe yê Qersê duh li hemberî yê MHP'ê paşve kişand. Rêxistina HDP'ê ya Qersê têkildarî polîtîka û lîstikên îtîfaqa Cumhur û polîtîkayên AKP-MHP'ê û ji bo danasîna namzetên xwe li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Endamên Meclîsa Giştî ya bajar û û namzetên Hevşaredariyê ji tev li civînê bûn. Di civînê de Namzetên Hevşaredariyê yên Qersê Şevin Alaca û Ayhan Bilgen jî amade bûn. Ewil Namzeta Hevşaredariyê ya Qersê Şevin Alaca, diyar kir ku armanca wan a serek hemû pirsgirêkan dînin aliyekî û bi awayekî dîsîplîn û zêde xebatê bimeşinin û şaredariyê bi dest bixin. Alaca, anî ziman ku armanca wan teqes bi ser bikevin û wiha got: "Ji bo me di nava vê partiyê de cih gritin rûmet e. Em bi vê zanebûn û baweriyê tev digerin. Dirûşmeyek me heye. Em dibêjin ‘HDP hêvî ye. hêvî li ser piyan e' Em dê bihêzbûna xwe di 31'ê Adarê de nîşanî her kesî bidin."    Namzetê Hevşaredariyê yê Qersê Ayhan Bilgen jî anî ziman ku AKP'ê berê namzet nişan dabû û niha ji bo MHP bi ser bikeve namzetê xwe vekişand û wiha got: “Dema me li Qersê nû dest bi xebatê kir me got 'Wê li vî bajarîe 2 partî têkevin pêşbirgê. Me gotibu yek jê em in, lê yê din kîye wê diyar bibe. Lê kî vî bajarî bi rêve bibe jî dê gelê vî bajarî biryarê bide. Dema em li geşedanên duh dinerin, hêj bi rêbazên ku kalikê wan pêş xistiye nêzîk dibin. Meseleya wan qaşo dibêjin ‘Em bajar ji xayînê welat û perçekaran re nahêlin'. Gotinek pêşiyan heye. Dibêjin 'Yê herî zêde ji welatê xwe hez dike kesê herî zêre karê xwe baş dike ye. Niha Qers di bin çop û gemarê de maye. Bi van polîtikayên wetanperwerî û alperestiyê dixwazin qirêjî û gemara xwe veşêrin. Hûn nikarin bi sembolê welat û alê gemara xwe veşêrin. Her der di nava çopê de maye. Hemû rê bûne çal û koncal.  Gelê Qersê dê vê lîstikê hilweşine. HDP ne hesret û heyranê koltux, maqam û pereyan e. li ser zengîniyê siyasetê nake. Em dê bi hevre van lîstikan xera bikin."   Bîlgen, herî dawî ani ziman ku ew dê li karê pêş xwe binerin û wiha bi dawî kir: "Em ji îro û şûnde bang li her kesi dikin ku tev li têkoşînê bibin. "    Piştî axaftina Bilgen namzetên Meclîsa Giştî û yên Hevşaredariyên Qersê dan naskirin.