Parkirinên PDK û YNK’ê 2019-02-26 09:53:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Qunciknivîsê Rojnameya e-rojname Ercan Sezgîn, di quncikê xwe yê îro de bal kişand ser neavakirina Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û diyar kir ku ji ber ku aloziya di navbera PDK û YNK’ê berdewam e hikumet nehatiye avakirin.  Nivîskarê Rojnameya e-rojname Ercan Sezgîn di quncikê xwe yê îro de bal kiyand ser rewşa Hikûmeta Federal a Kurdistanê û têkiliyên di navbera PDK û YNK'ê de. Sezgin, diyar kir ku li ser hilbijartinên başûrê Kurdistanê 5 meh derbas bûn lê hêj Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê nehatiye avakirin û wiha got: "Wisa xuya dike ku dê ev pêvajo hêj berdewam bike. Ji ber ku aloziya di navbera PDK û YNK’ê berdewam e. Piştê 5 mehan parlamentoya başûrê Kurdistanê cara yekem di 18’ê sibatê de li hev civiya. Lê civîna parlementoyê jî bi alozî dest pê kir. Li gor hevdîtinên di navbera PDK û YNK’ê de, serokê parlementoyê para YNK’ê bû. Lê ji ber ku YNK tev li civîna parlementoyê nebû, serokê parlamentoyê endamê PDK’ê Vala Ferît hate hilbijartin. Alîgirê yekemîn Hêmîn Hewremî yên duyemîn jî ji tirkmenan hat diyarkirin. Piştî civîna parlamentoyê Kosret Resul ku di nav YNK’ê de wek nêzî PDK’ê tê nasîn, bertekek tund nîşanî PDK’ê da û got yekitî vê rewşê qebûl nake."    'GER WIHA BIDOME DÊ DU RÊVEBERÎ DERKEVIN HOLÊ'   Sezgîn, bal kişand ser nakokiyên navbera PDK û YNK'ê û wiha lê zêde kir: "Piştî ku parlamento civiya, komîsyonek hiqûqî hate tayînkirin. Ev komîsyon dê ji bo serokatiya herêma Kurdistanê qanûnek amade bike. Piştî serokê herêma Kurdistanê hate diyarkirin, dê serokê herêmê ji bo hikûmeta nû peywir bide. Tê zanîn ku hem serokê herêmê hem jî serokê hikûmetê para PDK’ê ye. PDK ji bo serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî, ji bo serokwezitiyê jî Mesrûr Barzanî diyar kiriye. Wê wezaret çawa werin par par kirin? Wê hikûmet çêbe yan çênebe? Ev yek ne diyar e û mijara nîqaşê ne. Ji ber ku sê xalên girîng di nav YNK û PDK’ê de mijarê nîqaş û guftûgokan e. Ger wiha bimeşe dê parçebûn bibe û du rêveberî derkeve holê. Ji ber ku heya niha tu tişt para yekitî neketiye."    PARA KÊ YE?    Sezgîn, herî dawî bal kişand ser nakokiyên navbera PKD û YNK'ê û wiha bi dawî kir: "Alozîya di navbera YNK û PDK’ê belkî koka xwe ji dîrokê digire. Lê di roja me de hilbijartinên serokkomarariya Iraqê dest pê kir. PDK’ê piştî hilbijartina serokkomariya Iraqê got ku êdî wek berê bi YNK’e re nameşin. Di nav PDK û YNK’ê de, sê xalên nîqaşê hene. Xala yekem, li ser wêzareta dadê yên Iraqê ye. YNK dibêje para min e, PDK dibêje para min e. Xala duyem, li sê walîtîya Kerkûkê ye. YNK dibêje para min e, PDK dibêje na. Xala sêyem jî li ser wazaretan e. YNK dibêje ji sedî 50’î ji min re, ji sedî 50’î ji te re. PDK dibêje na. Rewş wek berê nîne. Dibêjin em di hilbijartinan de bûn partiya yêkemîn, tu jî partiyek ji rêzê yî. YNK jî vê yekê qebûl nake. Wekî din hîn hesabên hêzên herêmî û hêzên navneteweyî li ser avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê hene. Ev hesabên hêzên herêmî û navnetewî vê rewşa aloz girantir dikin. An wê PDK û YNK’ê careke din bi hev bikin û tu guhertinan nekin, rêveberiyek wek berê ava bikin an jî dê rêveberiyek li Hewlêrê û yek jî li Silêmaniyê çêbibe. Para PDK, para YNK’ê, para hêzên herêmî, para hêzên navneteweyî… Gelo para gelê başûrê Kurdistanê çi ye? Wisa xuya dike ku dagirkerî, xizanî û koçberî para gelê başûrê Kurdistanê ketiye."