Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse 2019-02-27 09:21:11 SEMSÛR – Namzetê Partiya Saadetê yê Semsûrê Ahmet Farûk Unsal, destnîşan kir ku wê gelê bajêr di vê hilbijartinê de hesabê xiyalşikestina 15 salan ji AKP'ê bipirse. Her wiha Unsal, ji bo piştgiriya HDP û CHP'ê jî got, ev ji bo pêşerojê cihê hêviyeke mezin e.  Namzetê Partiya Saadetê yê Semsûrê Ahmet Farûk Unsal ku dê HDP û CHP jî piştgiriyê bidinê got: "Gelê Adiyamanê ji sala 2002'yan ve bi awayekî zêde destek daye partiya îktîdarê. Lê belê, dema em li xizmeta heyî dinerin, li gor vê destekê ne tu tişt e. Yanî 15 sal in xiyalşikestî ye. Wê gelê Semsûrê, di sindoqan de hesabê 15 salan bipirse."    ‘SEMSÛRÎ JI BO ZILMÊ BIŞIKÊ BÛN YEK'    Unsal, anî ziman ku li Semsûrê ger CHP, HDP û SP bi namzetên xwe biketana hilbijartinê wê encamek nehatan girtin. Unsal, anî ziman ku ji navendên giştî yên partiyan û rêxistinên bajêr bêtir, gelê Semsûrê di warê yekîtiyê de li hev kiriye.    Unsal got: "Yekparebûn, di dilê gel de pêk hat. Gel got em nazmetekî wisa nîşan bidin ku hem em ji derdora AKP'ê deng bigirin hem jî ji CHP, HDP û SP'ê. Yanî wexta li namzetê xwe binere, diviya perçeyek ji xwe tê de bibîne. Loma tiştek wiha kir. Ji ber ez jî qaneh bûm ku ev fikra gelê Semsûrê fikreke rast e û loma min namzetiya ji SP'ê qebûl kir. Di vî warî de tê dîtin ku pêdiviya hatina cem hev peyda bûye. Ev pêdivî jî ev e; AKP, bajarê me û welatê me bi awayekî partîzanî û bêedaletî bi rê ve dibe. Gelê me hay ji vê rewşê heye. Ev rewş bû sedema yekîtiyê. Di vir de hêviyeke mezin heye. Ger em di her şert û mercî de cudatiyên xwe deynin kêlekekê û bên cem hevdu, wê ev hem ji bo herêma me hem jî ji bo bajarê me bibe cihê hêviyeke mezin."    ‘WÊ SEMSÛR DI SINDOQÊ DE HESABÊ 15 SALAN BIPIRSE'    Unsal, bi bîr xist ku AKP 17 sal in welat û 15 sal in jî Semsûrê bi rê ve dibe. Unsal, diyar kir ku ger li Semsûrê û li welat kar ne têkûz be, berpirsiyar jî hikûmet e. Unsal, destnîşan kir ku pirsgirêkên sereke yê Semsûrê nehatine helkirin û her wiha rewşa betalî, bihabûn, enflasyon, tûtin û çandinuyê li holê ye û ev yek jî ji ber guhnediriya îktîdarê ye. Unsal got: "Gelê Semsûrê ji sala 2002 ve ye destekeke mezin dide vê îktîdarê. Lê belê beramberiya vê destekê xizmeta hatiye kirin pir kêm me. Helbet hin tişt hatine kirin. Lê belê, dema em desteka hatiye dayîn û tişta hatiye kirin didin ber hevdu, em dibînin ku ya hatiye kirin pir kêm e. Semsûrî jî hay ji vê hene. Di 15 salan de xiyalşikestineke pir mezin çêbûye. Wê gelê Semsûrê di sindoqê de hesabê 15 salan bipirse. Wê gelê Semsûrê, di vê hilbijartinê de bersiveke baş bide AKP'ê. Êvara 31'ê Adarê wexta sindoq bên vekirin em ê bibînin ku hem li Semsûrê hem jî li tevahiya Tirkiyeyê wê guhertineke mezin çêbibe."    ‘EM Ê POTANSIYELA ABORÎ DERXÎNIN HOLÊ'    Unsal, anî ziman ku wexta ew bên ser kar ew ê di warê aborî de potansiyela Semsûrê derxin holê û ji bo vê yekê jî ji dil û can bixebitin. Unsal, diyar kir ku ew ji bo pîşesaziyê û çandiniya avî kooperatîfan ava bikin û ew ê hewl bidin ku bajar di warê aborî de pêş bikeve. Unsal, bilêv kir ku ji bo ciwanên betal ew ê kursên pîşeyî û kursên zimanê biyanî vekin. Unsal got: "Yanî em ê pitansiyela aborî derxînin holê û qadên îstihdamê çêbikin. Hikûmetê baca tûtinê ya ji derveyî welat tê daxist sifirê. Lê li ber tûtina me astengiyên mezin hene. Helbet şaredarî ne cihê qanûnçêkirinê ye û heta ev qanûn hebe wê tûtinfiroş nikaribin tiştekî bikin. Lê ger cotkar di vê hilbijartinê de îktîdarê baş hişyar bikin, wê Semsûrê bêhnê bistîne."    Unsal, anî ziman ku turîzma Semsûrê tenê ne Çiyayê nemrûdê ye, li Semsûrê gelek deverên dîrokî û çandî hene. Unsal destnîşan kir ku ew ê hewl bidin ku vê potansiyela turîzmê derxînin holê û turîzmê pêş bixin.    ‘SOKAKLARDAN YÖNETECEĞİZ’   Unsal, anî ziman ku ne gelê Semsûrê ne jî ew nizanin şaredarî çi qas deyndar e û got: "Wê di dema rêveberiya me de, rêveberiyeke şefaf hebe. Em ê şaredariyê ne li odeya şaredara li kuçe û taxan bi rê ve bibin. Em ê li taxan meclîsan ava bikin û li wir em û gel em ê li hev bicivin û pêdiviyên li wir li cihê cih tespît bikin û dest bi xizmetê bikin. Wê semsûrî hemû hay ji rewşa darayî ya şaredariyê hebe. Li Semsûrê, sunî û elewî di nav hev de dijîn. Em çi qas piştgiriyê bidin mizgeftan em ê ew qasî bidin cemxaneyan jî. Çimkî em li Semsûrê di nav hev de dijîn. Budçeya şaredariyê budçeya me hemûyan e. Çi qas mafê suniyan hebe ew qas jî yên elewiyan heye. Bila di vî warî de tu şik û gumanên kesî ttune bin."    MA / Muhamed Abdulkadir Esen