Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin 2019-02-28 12:33:30   ENQERE - Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku ji ber ku tifaqa AKP-MHP’ê dijminê Kurdane, li hemberî daxwazên rakirina tecrîdê bedeng dimînin û ji bo hilbijartina nêz dibe jî wiha got: “Stratejiya me ya rojava AKP ji eyar derxistiye. Dê nekarin bajarên Kurdan û Îzmîrê ji Enqerê bi rêve bibin.” Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, derbarê hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, tecrîd û rojevên heyîn yên welat de ji Ajansa Mezopotamya (MA) axivî.     Olûç, diyar kir ku di civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a partiya wan a çend roj berê hat lidarxistin de, rojeva sereke çalakiyên greva birçîbînê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatin destpêkirin hebû.    Olûç, anî ziman ku rewşa çalakiya Guven gihaye astek krîtîk û wiha axivî: “Li girtîgehan rewş krîtîk bûye. Ji bo ku ev mijar bikeve rojevê tişta ji destê me hat, me kir. Em bernameyek derxist. Di rojên pêş me de emê gav bi  gav pêk bînin. Ji bo ku tecrîd rabe û zirar negihêje kesên di greva birçîbûnê de, emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê di hemû civîn xwe yên bi gel re û xebatên hilbijartinê de, mijara tecrîdê binîn ser ziman.”    ‘DAXWAZEK MIROVIYER’   Olûç, da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan li dijî mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Daxwaza rakirina tecrîdê, daxwazek miroviye. Tirkiye bi vê tecrîdê hevpeymana demokratîk a navneteweyî binpê dike. Ji bo rakirina tecrîdê divê gav bên avêtin. Li welat û herêmê aştî tê xwestin. Hewldan û ramanên Birêz Ocalan ên di warê aştiyê de, diyarin. Ji ber vê hemû kesên aştiyê dixwazin, ji bo rakirina tecrîdê têdikoşin. Li Tirkiyeyê çawan ku tecrît dest pê kir, pevçûn û şer jî dest pê kir. Hikûmet di vê mijarê de bêdenge. Ji ber ku tifaqa AKP-MHP’ê dijminantiya Kurdan dike.”   ‘SOYLÛ MILÎTANÊ AKP’Ê YE’   Olûç, daxuyaniyên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû yên derbarê partiya xwe de jî nirxandin û wiha domand: “Suleyman Soylû yê bi sifatê Wezîrê Karê Hûndir îro tevdigere, ya rastî weke milîtanekê AKP’ê tevdigere. Raste rast êrîşî HDP û CHP’ê dike. Heqaretên pir giran dike. Ji bo ku hilbijartin dinava bêewlekariyê de derbas bibe, tişta ji destên wî tê dike. Ji ber vê jî em baş dizanin ku dê hilbijartinek ne demokratîk û adîlane derbas bibe. Serokê Giştî yê AKP’ê jî bi heman awayî êrîşî HDP û partiyên mûxalîf dike. Derew û rencîde dike.”   ‘JI BO ME VÎNA GEL GIRÎNGE’   Orûç, bal kişand ser gotinên Erdogan ên weke “Emê qeyûm tayîn” bikin jî û wiha rêz kir: “Ji bo belavkirina tirsê propagande dikin. Ji bo me vîna gel girînge. Kes nikare vîna gel tune bi hesibîne. Di 31’ê Adarê de, gel dê xwedî vîna xwe û şaredariyên xwe derbikevin. Di şeva 31’ê Adarê de, li bajarên Kurdan emê bi ser bikevin. Em encamên xwe bigirin, bila ew di 1’ê Nîsanê de bifikirin. Ji bo me vîna gel girînge. Gel dê xwedî vîna xwe derbikeve.”    ‘DÊ NEKARIN BAJARÊN KURD LI ENQERÊ BI RÊVE BIBIN’   Olûç, destnîşan kir ku wisan difikirin ku dê karibin her derî bi biryarên kesekê bi rêve bibin û wiha bilêv kir: “Nexêr, dê nekarin bi rêve bibin. Dê nekarin bajarên Kur li Enqerê birêve bibin. Dê nekarin Îzmîrê û Stenbolê li Enqerê bi rêve bibin. Teqez ev desthilatdar dê paş bikeve. Em li gelek bajêran anket çêkirin. Bi taybetî welatiyên li bajarên Kurdan dijîn, polîtîkayên qeyûman qebûl nakin. Encamên li Kurdistan û rojava didin xuya kirin ku desthilatdar dê li metropolan qeybek mezin bide. Bi taybetî em vê li Edene, Mêrsîn, Antalya, Bursa, Enqer û Stenbolê dibînin. Ji bo ku em encamek hîn baştir bidest bixin, xebatên me yên strateji û taqtîkên nû berdewam dikin.”    ‘STRATEJIYA ME YA ROJAVA AKP JI EYAR DERXISTIYE’   Olûç, darbarê stratejiya hilbijartyinê ya HDP’ê ya li rojava birêve dibe jî, ev tişt gotin: “Stratejiya me ya rojava AKP’ê ji eyar derxistiye. AKP dixwest, HDP ji bo hemû herêman namzetan diyar bike. Emê bi vê stratejiya xwe, nehêlin ku yek dengê me jî xesar bibe. Ji bo ku em qadên AKP-MHP’ê deng bikin, paşve bixin û dengan bi wan bidin winda kirin, em çûn stratejiyek wiha. Di çewher de em xwedî hêza mûxalefetê ne. Ji ber vê me xwest em vê hêza xwe li dijî desthilatdariyê bi kar bînin. Ev rêbazeke siyaseta demokratîke.”   PAŞVE KIŞANDINA NAMZETIYA RIHAYÊ   Olûç, di dawiya axaftina xwe de paşve kişandina namzetiya HDP’ê ya Rihayê jî nirxand û wiha got: “Ji ber stratejiya me ya hilbijartinê me namzetiya şaredariya Rihayê paşve kişand. Riha cihek pir girîng e. AKP ev demek dirêje li Rihayê, tişta ku dixwaze bike, dike. Em xwest em derfeta hêzên demokratîk ên li Rihayê qezenc bikin derbixin holê. Ji bo ku em encamek baş li Rihayê bigirin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”