Namzetê HDP'ê yê Manîsayê: Ruhê Fatsayê ji bo pêşerojê vîzyonek e 2019-03-01 09:15:07 MANÎSA - Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mezin a Manîsayê Nacî Sonmez, diyar kir ku ew dixwazin di nav gelê bajêr de ruhê Fatsayê ava bikin û got: "Ev ruh, ji bo pêşerojê vîzyonek e." Namzet Hatîce Aslan jî, destnîşan kir ku hedefa wan a sereke li dor fikrê HDP'ê jiyaneke nû ava bikin.  Di hilbijartina 31'ê Adarê de yek ji bajarên ku balê dikişîne jî Manîsa ye. HDP'ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji sedî 6.69 deng girtibûn, îtifaqa cumhûrê jî ji sedî 51.35 û îtifaqa gel jî ji sedî 41.39 deng girtibûn.    Namzetên HDP'ê yên Manîsayê Nacî Sonmez û Hatîce Aslan in. Nacî Sonmez kurê Terzî Fîkrî Sonmez e. Fîkrî Sonmez, di sala 1979'an de şaredariya Fatsaya Ordûyê bi feraseteke çepgir bi rê ve biribû û rêveberiya wî bala Tirkiyeyê kişandibû. Hatîce Aslan jî keça malbateke ku di salên 1960'î de ji Mêrdînê koçî Manîsayê kirine û ji dema HADEP'ê tev li xebatên siyasî bûye.    Sonmez, anî ziman ku pergala li Fatsayê li ser asasên rêveberiyeke xwesr hatibû avakirin. Sonmez, bilêv kir ku di jiyana wî de cihê bavê wî û Fatsayê cihekî cuda ye. Sonmez, da zanîn ku di sala 2011'an de ji Fatsayê derketiye û di damezrandina Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgiriyê de cih girtiye û 5 salan hevberdevkê vê partiyê bûye.    ‘EM CIHÊKARIYÊ JI HOLÊ RAKIN'    Sonmez, ji bo namzetiya xwe got: "Heta niha li tu derî nebibûm namzet. Min xwest bi awayekî dildar siyasetê bikim. Namzetiya min a ji bo Manîsayê jî, di serdemeke ku her tişt tev li hev bûye û mirov nizane kî bi kê re tifaqê çêdike derket holê. Ji deverên herî zêde ev tişt lê diqewime yek jê jî Manîsa ye. Di vê pêvajoyê de HDP, derdorên çepgir û sosylaîst navê min bilêv kirine. Ev pêşniyarî di wexteke din de bihatana, belkî nêz nebûma. Lê di serdemeke wisa de diviya em îtiraza xwe bilêv bikin û her wiha redkirina pêşniyaza HDP'Ê jî di warê siyasetê de wê ne ehlaqî bûna."    Sonmez, bilêv kir ku piştî bûye namzet, hay jê çêbûye ku gelek kurd ji ber şertên şer koçî Manîsayê kirine û li navçe û taxên ku kurd lê dijîn cihêkariyeke mezin heye. Sonmez, destnîşan kir ku kurd ji ber nasnameya xwe bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin û got: "Ger em li Manîsayê bên hilbijartin pêşî em ê vê cihêkariyê ji holê rabikin."    ‘EM Ê CIHÊKARIYÊ NEKIN Û NÊZÎ HERKESÎ BIBIN'    Sonmez, ji bo kampanyaya hilbijartinê jî got: "Referansa me Fatsa ye. Li gor berê niha hilbijêr ne bêyî alternatîf in. Li vira em dikarin bi partiyên netewperest re têkevin pêşbaziyekê. Ji bo vê jî li ber me tu astengî tune ne. Tenê ne çepgir, sosyalîst, bi hezaran kedkar deng didin AKP'ê. Wekî ku nûnerên derdora muahafazakar ew bin, gelek kes dengê we dide wê. Lê tiştekî wisa tune ye. Em jî bi rêzgirî nêzî bawerî û nasnameyan dibin. Em talibê dengê wan in jî. Navnîşana kedkaran ne AKP ye. AKP, tu carî nebû partiya kedê û xizanan. Em ê bêyî cihêkarî nêzî herkesî bibin."    ‘WÊ HDP BIBE ALTERNATÎFEKE XURT'    Sonmez, diyar kir ku di kampanyaya hilbijartinê de dibe ku ew bi tiştekî wek ku HDP tenê partiya kurdan e rû bi rû bimînin û got: "Halbûkî, di nav HDP'ê de ji her reng, deng û nasnameyê kes hene. Ji ber dizanim dê HDP ê nede ber vê feraetê bûm namzet."    ‘RUHÊ FATSAYÊ NE RUHEKÎ DERBASBÛYÎ YE, JI BO PÊŞEROJÊ VÎZYONEK E'    Sonmez, destnîşan kir ku ruhê Fatsayê ne ruhekî derbasbûyî ye, ji bo pêşerojê vîzyoneke mezin e. Sonmez, diyar kir ku li Fatsayê gel xwe bi xwe rê ve dibir.  Seçim kampanyasında hiç vaattte bulunmayan babası Fikri Sönmez’in sadece ‘Birlikte karar alacağız, Birlikte Gerçekleştireceğiz’ dediğini belirten Sönmez, yine ‘Söz, yetki, karar, iktidar halka’ sloganının da seçim kampanyasının sloganı olduğunu kaydetti.   ‘HER TIŞT JI BO GEL'    Sonmez got: "Ji wê rojê heta niha hem ev dirûşme hem jî mînaka Fatsayê dijî. Loma Fatsa ji bo pêşerojê vîzyonek e. Di warê rêveberiya xwe bi xwe de li cîhanê mînak e. Hîn jî li gelek welatên Ewropayê mînaka Fatsayê heye. Tim çîroka 9 meha ye. Çi hatibe kirin di 9 mehan de hat kirin. Bi hêzeke xurt a mirovan pêk hat. Heriya kuçe û kolanên Fatsayê di nav hefteyekê de hat paqijkirin. Pergala wê xwe dispart esasên dildariyê. Paşê komîteyên gel hatin avakirin. Ev jî di dîroka Tirkiyeyê de tecrûbeyeke girîng e. Wê çaxê kesên muhafazakr jî daxilî komîteyan dibûn û hin çepgir di hilbijartinan bi ser nediketin. Li gor şertên wê demê, wexta mirov bi çavekî sosyalîst lê dinere ev tiştekî pri girîng e. Tenê ne rexneyeke li kapîtalîzmê bû. Mesela niha nêzîkatiya ji bo çepgiriyê şaş e. Bi awayekî nostaljîk nêz dibin, bi awayekî dirûşmeyî nêz dibin. Li Fatsayê sosyalîzm jî hat rexnekirin. Gotina Fîkrî Sonmez a di dadgehên 12'ê Îlonê û li ser kêlika wî ev e: 'Min çi kiribe ji bo gelê xwe kiriye, min tevî gelê xwe kiriye.' Em ê jî niha vê yekê bikin. Em ê ji bo gelê xwe bikin û tevî gelê xwe bikin."    ‘EM Ê LI HER DERÊ MECLÎSAN AVA BIKIN'    Sonmez, bal kişand ser pirsgirêkên li Manîsayê jî û got: "Li vir feraseteke rantparêz heye. Bêyî guh bidin xwezayê û ekosîstemê tev digerin. Li vî bajarî HES û JES pir in. Em ê pêşî bi van pirsgirêkan çareer bikin. Em ê li dijî rantê tev bigerin. Wê bajar di nav betonê de nefetise. Beriya her tiştî em ê hewl bidin ku bibe bajarekî ku azadiya jinê lê hebe. Em ê li her derî heta apartmanan jî meclîsan ava bikin. Wê gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. Em ê meclîsa şaredariyê bypass bikinn. Wê herkes bibîne ku şaredar û meclîsa şaredariyê bêqîmet e. Tenê em ê ji bo koordînasyonê tev bigerin."    'JI BO PÊŞEROJA JINAN'   Namzet hatîce Aslan jî, destnîşan kir ku bi salan e di nav siyasetê de ye û ew ê vê tecrûbeyê li Manîsayê pêk bînin û hedefa wan a sereke ew e ku li dor firkriyata HDP'ê avakirina jiyaneke nû ava bikin. Aslan, anî ziman ku piraniya şêniyên bajêr di tekstîlan de û li nav erdan dixebitin û got: "Li Manîsayê zewicandina di temenên biçûk de zêde heye. Rêjeya perwerdehiyê ji sedî 35 e. Hema bêje li hemû qadan jin bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Em ê pêşî hewl bidin ku projeyên li gor feraseta jinê pêk bînin. Wisa bawer dikim ku em ê bi ser bikevin. Her dengê ji bo HDP'ê bê dayîn di heman demê de ji bo pêşeroja jinê ye."    MA / Nîmet Olmez