Temellî bang li Erdogan kir: Emrê te yê teqawîtiye hatiye 2019-03-02 16:23:51   ERDEXAN – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li navçeya Golê ya Erdexanê xîtabi gel kir û berê rexneyan da Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan. Temellî, bal kişand ser gotinên Erdogan ên temenê 65 saliye û wiha got: "Te temenê 65 saliyê bibîr xist baş bû. Madem mirov di 65 salî de dikevin ber dest û lingan, temenê te jî 65 e. Emrê te yê teqawîtiyê hatiye."  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan di çarçoveya xebatên Hilbijartina 31'ê Adarê ya  Rêveberiya Herêmî de ger û ziyaretên xwe yên navçe û bajaran berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li Navçeya Golê ya Erdexanê bi gel re hat cem hev. Temellî û heyeta li gel wî di ketina navçeyê de bi karwanek mezin hat pêşwazîkirin. Heyetê dema li gel karwana mezin di nava navçeyê de tûr da xwe, gel bi nîşaneyên serkeftinê silav da û bi coşek mezin karwan pêşwazî kir. Tevî hemû dorpêça polisan bi sedan kes li ber avahiya hilbijartinê ya HDP'ê kom bûn û tev li ziyaretê bûn. Girsê ber avahiya HDP'ê bi alên HDP'ê xemiland. Namzetên HDP'ê yê Hevşaredariya Qersê Şevin Alaca û Ayhan Bilgen jî tev li xebatê bûn.    Ewil namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Golê Aygan Manduz, diyar kir ku ew dê êdi rengê jinê li Gole serdest bikin û di 31'ê Adarê de bi ser bikevin. Namzetê HDP'ê yê Golê Nizamettin Ozturk jî anî ziman ku dê 31'ê Adarê qedera welat biguherîne û wiha got: "Li vir 4 partî dikevin pêşbirgê. Lê partiya me herî zêde qîmet dide jinê."    DARBEYA 2'Ê ADARÊ    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. Girsê bê navber dirûşmeya “Serhed bi te rûmetdar e" berz kirin. Temelî, anî ziman ku destûr nedan pankarta "Birêz Hevserokê me tu bi xêr hat bajarê me" û wiha got: "Di 2'ê Adara 1994'an de darbeya siyasî pêk hat. Em siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan bibîr tînin. Wê demê demorasiyê li Tirkiye darbeyek mezin xwar. Ji bo em wê birinê derman bikin me têkoşînek mezin da. Dîsa Fîgen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş  bi darbeyek siyasî hatin girtin. Dîsa demokrasiya Tirkiye darbeyek mezin xwar. Ji bo ev şer bi dawî bibe tekoşîna me de bidome. Ew çi bikin bila bikin nikarin me ji têkoşîna me vegerînin. Ji înaê de em Kurd, Tirk, Laz, Çerkez û hemû gelên din naçin cihekî din. Em bi hevre ne û em li vir in.  Berxwedana Leyla Guven berdewam dike. Li Tirkiye zêdeyî 300 girtî, li Hewlerê Nasır Yagiz û li gelek walên cîhanê mirov bedena xwe ji mirinê re radizînin. Ew mirov dixwazin neheqî, bê hiqûqû û bedaletî rabe. Dixwazin tecrida li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe û birêz Ocalan karibe bi rêk û pêk bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Em bang li wezareta dadê dikin. Em dibêjin werin zagonên xwe têxin meriyetê û zagonên xwe binpê nekin.    ERDOGAN RENÇBERAN WEKÎ TERORÎST ÎLAN DIKE   Temellî, bal kişand ser daxuyaniyên ku rençberan wekî 'Trorîst' îlan dike û got: "Rençber terorîst îlan kir. Ger ku rençber li şûna fêkî û sebze guleyan biçînin nabin terorîst. Ger ku îro Tirkiye vê şaşiyê dimeşîne ji ber polîtîkayên şaş ên li ser çandiniyê ne. Her roj benzîn, mazot gubnre zam dibe. Lê qet qala van zeman nake. Tirkiye heta pûç îthal dike. Ev ne şerm e? Ger ku yên di afirînin em bin, wê demê divê yên bi rêve bibin jî em bin. Şev û roj êrîşî HDP’ê dike. 17  salin îktidar in. Divê hesabê vê yekê bidin. Yê vî welatî bi rêve dibe HDP ye an Hûn in?"    TEMENE TE YÊ TEQAWÎTBÛNÊ HATIYE   Temellî, herî dawî bal kişand ser gotinên Erdogan ên temenê 65 saliye û wiha got: "Te temenê 65 saliyê bibîr xist baş bû. Madem mirov di 65 salî de dikevin ber dest û lingan, temenê te jî 65 e. Emrê te yê teqawîtiyê hatiye."    Temellî, piştî axaftinê buroya hilbijartinê ya HDP’ê vekir û derbasî navçeya Kaxizman a Qersê bûn.