Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak 2019-03-03 09:06:49   QERS – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku Qers di warê dîrokî û çandî de bajarekî dewlemend e, lê mixabin niha bi herî, kort û çopê tê bilêvkirin. Temellî, anî ziman ku ew dixwazin Qersê veguherînin bajarekî mînak.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat Qersê. Temellî, der barê girîngiya hilbijartina 31'ê Adarê û girîngiya wê ya ji bo Qersê, li Qersê rewşa partiyên din de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    Temellî, diyar kir ku ji 7'ê Hezîranê heta niha HDP, li hemberî îktîdarê bi siyaseteke alternatîf tev digere û got: "Tevî hemû zext û zoriyan jî li ser piya ye. Bedêl dan, lê niha hîn xurtir e. Em bawer dikin ku wê li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê bilindtir bibe. Ji ber vê me starta hilbijartinê hem li Qersê hem jî lI Cizîrê da."    HERÎ, ÇOP Û KORT Û KONCAL   Temellî, destnîşan kir ku niha Qers bi herî, çop û kort û koncalan tê bilêvkirin û got: "Di warê çandî û dîrokî de ev qasî dewlemend e, lê bi feraseteke wiha tê birêvebirin. Rê xirabe ne, çop nayên komkirin, her der herî û koncal in. Pirsgirêka avniyê heye. Bi vî awayî ji nasnameya xwe ya dîrokî û çandî dûr ketiye. Meseleya herî û çopan girîng e, lê Qers ji nasnameya xwe dûr ketiye. Li vir pirsgirêkên aborî hene û di vî warî de siyaseteke berovajî, netewperest heke ku li tevahiya bajaran belav bûye û bajar texrîb kirine. Ji van bajaran yek jê jî Qers e. Divê ev dîmen biguhere."    ‘EM TALIBÊ QERSÊ NE'    Temellî, destnîşan kir ku dîmena heyî li Qersê nayê û divê demildest biguhere û ji bo vê ew talibê Qersê ne û got: "Li holê kavilbûyîne heye û ev tenê bi feraseta rêveberiyeke herêmî ya civakiyî dê bê çareserkirin. Rêveberiyên klasîk dê nikaribin van pirsgirêkan çareser bikin. Jixwe li Tirkiyeyê mînakên bi vî rengî pir in. Tiştên hatine serê Qersê, hatine serê gelek bajaranç Feraseta betonkirinê, feraseta dewlemdnkirina mutahîdan, feraseta berberîkirinê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Di vî warî de Qers jî nesîbê xwe girtiye. Ayhan Bîlgen, bi awayekî zêde li ser vê yekê hûr dibe. Birastî jî lêhûrbûneke muazzam e. Hêvîdar im wê tevî Şevîn Alaca wê her du hevşaredarên me û meclîsa şaredariyê û gelê me bi hev re ji derheqê vê enqazê derkevin."    Temellî, bal kişand ser rewşa aborî ya bajêr jî û destnîşan kir ku divê li dijî tunekirina çandinî û sewalvaniyê gavine mezin bên avêtin û wê ev gav hem bi kêrî aboriya Tirkiyeyê hem jî bi kêrî ya bajêr bê. Temellî got: "Li Qersê aborî rûxiyaye. Bi vê re bajar jî rûxiyaye." Temellî, anî ziman ku AKP'ê li Tirkiyeyê çandinî û sewalvanî qedandiye û got: "Li Qersê, darbeyeke mezin li sewalvaniyê xistine. Ev tenê ne di warê pez di warê dewaran de jî wisa ye. Niha ji ber polîtîkayên sewalvaniyê li Dîgorê pez nemaye. Ji ber vê mirov terka dîgorê dikin û ji bo xebatê diçin Qersê an jî bajarên din. Heman rewş ji bo Qersê jî derbasdar e. Sewalvanî nemaye. Ev tesîrê li tevahiya aboriyê dike."    ‘EM DIXWAZIN BIKIN BAJAREKÎ MÎNAK'    Temellî, anî ziman ku ew dixwazin rê li ber rewşa heyî bigirin û Qersê veguherînin bajarekî mînak. Temellî got: "Bi taybetî jî em dixwazin bi kooperatîfan bajarekî mînak ava bikin." Temellî, diyar kir ku wê bi vê ferasetê aboriya Qersê û siyaseta Qersê xurt bibe.    Her wiha Temellî, bal kişand ser xebatên hilbijartinê yên li bajêr jî û destnîşan kir ku ew du rojan li bajêr geriyane û gelek eleqeyeke zêde nîşanî partiya wan dide. Temellî got: "Kampanyaya me ya hilbijartinê mehek e û ev her dur roj, rojên ewil ên kampanyayê bûn. Coşeke mezin heye. Yanî gel bi biryar e. Yanî dibêje 'Em bi biryar in, em dixwazin vîna me bibe îktîdar.' Ev ji bo herkesî dibe cihê hêviyê. Herkes moralê hevdu xurt dike. Gelê Qersê dibêje 'Niha dema HDP'ê ye.' Bi vî awayî têkoşîna me esas digire."    Temellî, bilêv kir ku gelê Qersê namzetên xwe diyar kirin û ji niha û pê ve tiştê mayî jî dikeve ser milê wan û got: "Me Ayhan Bîlgen ji Enqereyê neşand Qersê. Qersî hatin wî ji Enqereyê birin. Pêdiviya Qersiyan bi kesekî ku pirsgirêkên wan çareser bike hebû. Ev yek di Ayhan Bîlgen de dîtin. Ev ji bo me jî cihê rûmetê ye. Êdî tenê ne li hin cihan, li tevahiya Tirkiyeyê HDP, dibe cihê alternatîfan. Çimkî em ji binî ve lê dikin. Jixwe demokrasiya radîkal ev bixwe ye. Em ji taxan, kuçeyan kargehan destpê dikin û bi vî awayî siyaseta xwe dikin. Di warê siyasetê de tecrûbeyên gelê Qersê hene. Niha dibêje 'Dema HDP'ê ye.' Bi vî awayî HDP'ê wekî alternatîfekê dibîne."   Herî dawî Temellî, destnîşan kir ku di warê rêveberiyên herêmî de xwedî pratîkeke girîng in û ew dixwazin bi vî awayî tevahiya Tirkiyeyê biguherînin.    MA / Yasin Kobulan – Ayşe Surme