Temellî li Tozan axivî: Ev der welatê me ye 2019-03-03 13:59:23 ÎDIR - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li Tozan bi gel re hatin gelhev û bersiva da gotinên Erdogan ên “Welat terk bikin.” Temellî, diyar kir ku ev ketine nava  panîkê û got: “Êdî fêm kirin ku dê winda bikin. Ji ber vê dibêjin welat terk bikn. Ma tu kiyî û bera kî didî. Ev der welatê me ye.” Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî piştî geşta xwe ya bajarên Qers û Erdexanê ya, îro jî li navçeya Tozan a Îdirê bi gel re hatin gelhev. Hevserokê Giştî Temellî, Namzetên Hevşaredariya Tozan Ayşe Aras Kaynar û Kemal Savaş û heyeta li gel wan di ketina  navçeyê  de rastî eleqeyek mezin a bi sedan welatiyan hatin. Gelê navçeyê bi lêxistina çepikan konvoya HDP’ê silav kirin.    ‘KAYYUMLARI SÜPÜRECEĞİZ’   HDP’iyên gehiştin navenda navçeyê rastî eleqeyek mezin a navçeyê hatin. Namzetên Hevşaredariyên  navçeyê Ayşe Aras Kaynar û Kemal Savaş destpêkê xîtabî girseya kom bûbûn kir û gotin:  “Emê bên gel hev û teqez qezenc bikin.”   'GER TECRÎD HEBE BÊHIQÛQÎ JÎ HEYE’    Temellî dûre ji gel re axivî û wiha got: “Bêhiqûqî û bêedaletiya li Îmraliyê pêk tê, li tevahiya welat belav bûye. Berî 5 salan, li vî welatî hêviyên mirovan xurt bûn. Lê her ku tecrîd pêk anîn, li welat bêhiqûqî û bêedaletî mezin bû. Hemû daxwazên Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê dene, daxwazên mafdarin. Em dibêjin ku bila malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtin bikin. Vê nekin amûrê siyasete. Ev ne amûrê siyasete ye. Ev amûrê hiqûq û edaletê ye. Ji ber ku emê hin endamên meclîsan zêde qezenc bikin, vê yekê dikin. Ger tecrîd hebe, bêhiqûqî heye, ger bêhiqûqî hebe, bêedaletî heye.”    QEYÛMAN PEYKERÊ AŞTIYÊ HILWEŞANDIN    Temellî, da zanîn ku yek ji bêhiqûqiyên herî mezin ên li Tirkiyeyê tê jiyîn jî tayînkirina qeyûmane û wiha bilêv kir: “Qeyûm tayînê şaredariyên me kirin. Parlementerên me girtin. Bi vê xwestin siyaseta demokratîk tesfiye bikin. Bi tayînkirina qeyûman vîna gelekê tunde hesibandin. Ev desthilatdar dixwaze bibe dîktator. Piştî qeyûm hatin tayînk kirin, wan çi kir, wan jî li Tozanê peykerê aşiya jinên Kurd û Çerkes hilweşandin. Qeyûman peykerê aştî û azadiyê hilweşandin. Ji ber ku tehemula wan ji yekitiya gelan re tuneye. Ew bi cudakirina mirovan xwe didin jiyîn.”      Temellî, di axaftina xwe bersiva da gotinên Erdogan ên “Welat terk bikin” û wiha bilêv kir: “Ev ketine nava  panîkê. Êdî fêm kirin ku dê winda bikin. Ji ber vê dibêjin welat terk bikn. Ma tu kiyî û bera kî didî. Ev der welatê me ye.”   ‘DI 31’Ê ADARÊ DE DÊ HDP QEZENC BIKE’   Temellî, di dawiya axafina xwe de ev peyam dan: “Emê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan û emê xwedî pêşeroja xwe derbikevin. Emê mizgîniya xêrê bidin xwiş û birayên me yên li vê derê ne. Di 31’ê Adarê de, dê demokrasî, aştî û HDP qezenc bike… Dê di sindogan de HDP derbikeve.    Temellî, piştî hevdîtinê, derbasî Îdirê bû.