Oluç ji bo AKP-MHP’ê got: Em hemû heqaretên we li ew vedigerînin 2019-03-27 13:31:53 ENQERE – Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç diyar kir ku cara ewil e kampanya hilbijartinek wiha ku ji terbiyeya siyasî û ehlaqê dûr e tê birêvebirin û got: “Em hemû wan heqaretên we li we vedigerînin. Em ê hesabê van heqaretan bi rêyên siyasî bipirsin.”    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç der barê mijarên di rojevê de li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.    Oluç çalakiyên greva birçîbûnê bi bîr xist û got: “Em her car dibêjin hemû astên krîtîk derbas bûne. Tecrîdkirina hezar û 460 roj in li Îmraliyê didome bêhiqûqî ye. Li dijî hevpeymanên navnetewî yên Tirkiyeyê îmze kiriye ye. Em bang li hemû rayedarên bêdeng dikin. Ji bo canê tu kesî nekeve talûkeyê ji bo ev mesele were çareserkirin çi ji destê me tê em dikin. Divê Wezareta Dadê û rayedarên îktîdarê jî bi ciddiyet nêzî meseleyê bibin û em vê bangê nû dikin. Em ne mirinê, em jiyan û jiyandinê diparêz in.”    ‘HÛN NIKARIN JI BERPIRSIYARIYÊ BIREVIN’    Oluç ji hikumetê re got ‘hûn nikarin ji berpirsiyariyê birevin” û wiha axivî: “Em dizanin ku her kesê di girtîgehê de di bin parastina dewletê de ye. Berpirsiyariya mirinê tevgerkirina we ye. Hûn bi hêsanî nikarin ji vê berpirsiyariyê birevin.”    Oluç bal kişand ser veguhestina sindoqan û got: “Bi veguhestina sindoqan û hilbijêran cudakrî tê kirin. Hilbijêrên neewle û yên bi ewle ji hev tên veqetandin. Sindoq bi hêcetên pûç û vala dan veguhestin.”    BI SER 100 HEZARÎ RE WEZÎFADAR    Oluç bal kişand ser amadekariyên hilbijartinê yên HDP’ê û got: “Wê roja hilbijartinê bi ser 100 hezarî re wezîfedarên her cûre kontrolê bikin û bixebitin.”    ‘PEYAMA TOROSÊN SPÎ DAN’    Oluç destnîşan kir ku rojnameyên wek Hurriyet, Milliyet û Sabah ji ber nûçeyên hilbijartinê û her wekî din sûc dikin û nûçeyên der barê partiya wan de çêdikin bêbingehin. Oluç got AKP-MHP’ê di mitînga xwe ya Stenbolê de aktorên şerê salên 1990’î Tansu Çîller û Mehmet Agar jî beşdar kirin û got: “Xwestin bi beşdariya Çîller û Agar ku ketin milên Bahçelî û Erdogan peyama Torosên Spî bidin.”    ‘EM HEMÛ HEQARETÊN WE LI WE VEDIGERÎNIN’    Oluç diyar kir ku seranserî pêvajoya hilbijartinê rayedarên AKP-MHP’ê, Serokomar Erdogan û reydarên din îktîdarê heqaret û gotinên giran li gelê kurd û partiya wan kirine û got: “Ez hemû wan heqaretên we îşaret dikim. Em wan hemû heqaret û gotinên nexweş li we vedigerînin. Em bi bîra we dixin ku em ê hesabê wan hemû heqaretên we bi rêyên siyaseta demokratîk bipirsin. Yekemîn car e li Tirkiyeyê pêvajoyek wiha ya hilbijartinê ku ji terbiye û ehlaqê siyasî dûr e tê birêvebirin. Berê jî mînakên vê yekê hebûn lê ne wek vê hilbijartinê bûn.”