Aldar Xelil: Me bi perwerdê destpêkir bi komînan tacîdar kir 2017-09-25 09:59:57 QAMIŞLO - Endamê Rêvebir a Desteya TEVDEM'ê Aldar Xelîl, têkildarê hilbijarên Bakurê Sûriyeyê nirxandin kir û diyar kir ku serkeftina projeya Sûriyeya Demokratîk stratejiyek girînge.  Endamê Rêvebir a Desteya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, pêvajoya avakirina şoreşa Rojava û heya hilbijartinên komînan ên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku wan şoreş bi perwerdê dest pêkir û bi komînan tacîdar kir.”   Xelîl anî ziman ku serkeftina projeya federal di sê aliyan de ji wan girînge û wiha axivî: “Yek nêrîna me li ser neteweya demokratîk û Sûriyea demokratîk ji ber esas stratejiya me ew e. Tu kes pergala navendî qebûl nake, hatta zilamên rejîmê jî qebûl nakin. Ji bo ku em bigehîjin pergala federal divê em alternatîfek li şûna pergala navendî avabikin. Pergala ku tu ava bikî pêwîst gav bi gav bixî pratîkê. Divê Sûriyek demokratîk ava bibe, pir rengî hebe û ne navendî be. Em xwe di vê çarçoveyê de perwerdê dikin. Wê  pergal çawan be, dê çawan bibe vîna gelan, hemû pêkhate çawan dikarin gel hev bijîn û pîsgirika kurd dê çawan bê çareserkirin? Di sala 2011’an de me di çarekê de nekarî em li ser hemû pratîkan rawestin, lê gav bi gav me proje avakirin. Ji bo pêkanîna van projeyan jî me perala federalî gunçawa dît. Di dema şoreşê destpêkir de tenê şîareke me hebû, ‘pirengî û pirdengî.’ Ev şîar di cih de bû û hemû kesê qebûl dikir.”      GEL DIXWEST AL Û NAVÊ WAN HEBE   Xelîl, da zanîn ku gel dixwest statuyek wan hebe û wiha got: “Gel dixwest  al, nav û dengê wê hebe. Ji ber vê yekê me pêwîstî bi xebatê dît. Destpêkê ji derveyî meclisan me tiştek din nexwest. Ji ber ku meclis baş nehatibûn fam kirin dem bi dem gel li dijî wê derdiket. Me digot em meclisên xwe avabikin, lê wan digot ne dama wê ye. Hin kesan digotin hûn dinava xeyalan dene. Me digot gelê ku nikaribe meclisên xwe ava bikin, şoreşê jî heq nake. Wê demê psîkolojiyek cûda di civaka me de hakimbû. Ne ku civakê nedixwes, tenê nedizanînn. Dema gavekê di avêjin ew gav ji wan pir mezin tê. Ji bo pêkanîn projeyekê bawerî û zanebûn girîng e. Wê demê me behsa federalî kiriba ne tenê dijminên me gel jî ev yek qebûl nedikirin. Niha hemû gelên li Sûriyeyê dijîn ev rastî qebûl kiriye û hemû piştgiriyê didin.”   A GIRÎNG RÊXISTINBÛYÎNA  CIVAKÊ BÛ   Xelîl, dest nîşan kir ku gavek mezintir bi vekirina dibistana re avêtin û wiha pê de çû: “Bi vekirina dibistanan re me gavek mezintir avêt. Malbatên welatparê odeyên xwe didan me ji perwerdê bidin zarokan. Dîsan kesên ku ev yek jî qebûl nedikirin hebûn. Di demên wisan divê dimildest stratejiya xwe ya siyasî xistina rojevê girîng e. Ji me ya girîng avakirina bingehîn a rêxistina civakî bû.  Ji bo em civakê baş birêxistin bikin me parçe parçe gel rêxistin dikir.”    ‘PIŞTÎ CIVAK HAT RÊXISTIN KIRIN HEMÛ TIŞT AVA BÛN’   Xelîl qala pêngava avakirina asayîşê jî kir û wiha domand: “Ji bo avakirina asayîşê henekê xwe dikirin, qebûl nedikirin û ditirsiyan. Me zehmetiyên mezin kêşan. Despêkê parastina hin kolanan hatin kirin, hin ciwanan dar kirin destên xwe û li ser cadeyan sekinîn û parstina taxên xwe kirin. Bi vê awayî pey der pey me pergala xwe ya asayîşê ava kir. Piştre me nobeta rêyên gundê xwe girtin û dûre me rêyên tevahiya bajaran girt û asayîşên xwe avakirin. Niha jî asayîşên me di asta navneteweyê de binav û dengin. Pergal wisan hat avakirin. Piştî civak hat birêxistinkirin saziyên me avabûn, perwerde pêşket, ji bo tendirûstiyê Heyva Sor çêbû, YPG û YPJ çêbûn, şaredariyan dest bi karên xwe kirin.”   ‘PÊWÎSTÎ BI RÊVEBERIYEK CIVAKÎ HEBÛ’   Xelîl, bal kişand ser saziyên avabûn û wiha bilêvkir: “Ji bo ev avabûn nekevin destên tu partiyên din pêwîstî bi rêveberiya civakê hebû. Li gorî usul meclîsên hatin avakirin, lazime ew wan saziyan rêvebibin. Lê hin meclisên me ne amade bûn. Ji ber hîna hişmendiya rêvebirinê pêş neketibû. Em li bendê man sê çar sal derbas bibin. Me got em çareseriyek navberê bibinin, ew jî pergalek ne tam weke civak dixwaze ne jî mîna pergala devletî be. A destpêkê xweserî hat bîra me. Ji xwe meclîsên gel, meclîsên taxa û gundan hebûn, me meclîsê hikûmetê jî çêkirin. Ew yek şaşbû, ne li gorî xweserî û federaliyê ye. Lê me got bila demek derbas bibe. Yanî êdî pergal hilweşiyaye û valatiyek çêbûye, em ji derveyî wê nikarin biçin pergalek din. Ji bo ku fermiyeta xweseriyê çêbibe, lazime asta navneteweyî de hêzeke wê. Erka parastinê heya demekê feydeya wê hebû. Feyda wê ji bo me tenê ewe ku em dikarin bejin artêşa xweserî heye. Ger xweserî tunebûya wê hatiba gotin asayîş ya PYD ye. Di sala 2014’an de xwesrî hat avakirin, lê di dawî de em mecbûr bûn ku derbasî pergala xwe ya din bibin. Di esasê avakirin şoreşê de pergala federali hebû. Ji bo avakirina vê yeke diviyabû me tifaq bi derdor re bikirin.”    ‘KOMÎN BINGEHA PERGALÊ BÛ’   Xelîl derbarê avakirina perala federalî de ev tişt gotin: “Pêwajoya navberê me derbas kir, xweserî avabû, lê komînên me ne amade bûn.  Meclîsên gundan jî ne amade bûn. Ji ber wê me got em komînên xwe çêbikin, wê demê me hin komîn çêkirin, gel digot komînên PYD’ê ne, beşên ji partiya me nebûn tevlî nedibûn. Ji bo pergala me avabibûya pêwîstî bi komînan hebûn. Bi rêya komînan me dikarî  herkesî ji nêz de nasbikin. Aliyê per galê jî em digot lazime meclîsên vîna gel temsil bikin hebe, ew jî weke pergala devletê yek kes were diyarkirin nabe. Kesekê dixwaze temsila komîn bike lazime biçe xwe gel bide naskirin û bikaribe xizmeta gel bike û temsiliyeta gel bike û bikeve hilbijartinan. Edalet wisan cihê xwe digre û komîn wisan ava dibin. Ger komîn saxlem çênebe, pergalên din ji nikare çêbibe, komîn weke bingeh avabibe wê deme meclis dikarin rast avabibin.”    ‘HEMÛ PÊKHATE CIHÊ XWE TÊ DIGIRIN’   Xelîl, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştre wê meclîsa kantonan çêbike, meclisa heremê çêbike, ser wan re wê kongra gelan a federasyonê çêbike lê ferq û cudahî tuneye? Piştî te meclis avakirin wê meclis dinava xwede endamên xwe erkdar bike, xebatên şaredariyê, tendirûstiyê, edalet û hwd. meclis bi rêv bibe, rapor bixaze, kesên ku raporê xwe ne anîn dikare hesap bipirse. Niha şaredarî bûne du pergal. Pergala meclîsa şaredarî ya bajar cûdaye, meclîsa bajar a gel cûdaye. Ji bo pisgirêk dernekevin meclîsa bajêr dê dinava meclîsa bajêr a gel de derbikeve. Biryar gerek wir de derkeve. Xebatên aborî, perwerde, hertişt bi wî rengîye. Di wan meclîsan de ku pisgirik dernekeve lazime hin zelalî çêbe, minak di wan meclîsan de Ereb, Suryanî, Kurd û Êzîdî hene. Da ku pergal cihê xwe rûne û bi hemû şert û mercên xwe were bi rêvebirin.”   MA / Erdogan Altan