Îmamoglu: Ez dê her kesi hembêz bikim 2019-04-01 14:40:48 ENQERE - Ekrem Îmamoglu yê di pêşbaziya hilbijartina Serokşaredariya Bajarê Stenbolê de bi ser ket got: "Ez soz didim we ku ez ê bibim serokşaredarek ku hemû beşên civakê hembêz bikim. Ez li vir beyan dikim ku ez ê bibim xizmetkarê siboroja hemdem a vî bajarî." Di hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiya Herêmî de, lİ Stenbolê li gel rageşî nakokî û nobetek dirêj Namzetê Îtîfaqa Milet û yê CHP'ê Ekrem Îmamoglu bi ser ket. Piştî Ajansa Anadolu daneyên xwe rast kir û diyar kir ku li Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye daxuyanî da. Îmamoglu, spasiyên xwe ji gelê Stenbolê re anî ziman. Îmamoglu, anî ziman ku li gorî daneyên AA jî di encamê de Stenbol bi rengê sor hat neqişandin û wiha got: "Hemû girtekên bi îmzeya şil di destê me de ne. Di navbera me û raqîmê me de 25 hezar û 158 ray hene. Em li pêş in. Parvekirina encamên hilbijartinê ya YSK'ê ku bi civakê re parve kir pir girîng in. Em ji dil spasiyên xwe ji YSK’ê re parve dikin. Bi hewldana dawî ya YSK'ê tenê 16 sindoqên nehatine vekirin mane. Me 4 milyon û 168 hezar û 546 deng stend. Raqîbê me jî 4 milyon û 142 hezar û 791 deng stend. Daneyên ku me kom kirin û encamên YSK'ê yek in. Divê YSK li bez tev bigere. Qala 290.000 dengên ku nayên hesibandin dikin. Ev dibe û îthimal heye.    Divê demek berî demekê em dest bi kar bikin. Ez dixwazim demek berî demekê dest bi kar bikim û erka xwe bistînim. Divê Tirkiye demek beri demekê asayi bibe. Ez wekî kesekî ku ji hemû beşên Stenbolê deng girtine spasiyê xwe tînim ziman. Ez dê bi her kesî re rûnêm bi axivim û li pirsgirêkên her kesî guhdar bikim. Ez dê bibim şaredarê ku hemû gelê Stenbolê hembêz bikim.