HDP: Piştevanî êşan sivik dike 2017-11-13 15:38:47 ENQERE - HDP'ê ji ber erdhejê banga piştgiriyê kir û got: "Piştevanî wê êşên giran sivik bike, hestên xwişk-biratî û yekîtiyê jî xurt bike." Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rû da, peyameke nivîskî ya bangawaziyê weşand. Peyama HDP'ê wiha ye: "Bîlançoya erdheja pleya 7.3 ku li herêma bajarê Kirmanşah a Rojhilatê Kurdistanê û herêma bajarê Silêmanî ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê rû da giran dibe. Hejmara qurbanî û ziyanê zêde dibe. Li gorî daxuyaniyên ne fermî, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran jî birîndar bûn. Hilweşîna ji ber erdhejê rû da gelekmezin e.   Ji ber bandora hilweşîna erdheja li herêmên Kirmanşan û Silêmanî, em gelekî xemgîn bûn. Rehma Xwedê li mirovên me yên jiyana xwe ji dest dane be, bila serê malbatên wan û gelên me sax be. Ji birîndaran re jî şîfa dixwazin. Rêya sivikkirina bandora hilweşîna erdhejê, bi piştgiriyeke xurt û bi bandor re der bas dibe. Di van rojên zor û zehmet de, em bi gelên Kurdistanê û erdhejzedeyan re ne.   Em bang li gel, rêxistin û saziyên xwe yên civaka sivîl dikin ku piştgiriyê bidin mirovên me yên cihê erdhej lê rû da. Her destekê alîkariyê, her karekê piştevaniyê wê êşên giran sivik bike û hestên xwişk-biratî û yekîtiyê xurtir bike."