HDP: Biryardariya mezin da qezenc kirin 2019-05-26 15:26:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, diyar kirin ku berxwedana li dijî tecrîdê encam girt û gotin: "Biryardariya  mezin da qezenc kirin."   Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, li ser banga bi dawî anîna grevên birçîbûn û rojiya mirinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, daxuyaniyek nivîskî weşandin.    'AZADÎ Û DEMOKRASÎ BI SER KET'   Di daxuyaniyê de hat gotin, bidawîbûna tecrîda teqez a li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din, ku daxwaza berxwedêran bû, rewşeke wiha ku mafên girtiyan ji hêla hiqûqa navxwe û navnetewî were bicihanîn, hevdîtina parêzeran gaveke erênî ye. Her wiha hate gotin hemû girtî û cezaxwariyên ku ji bo hiqûq bi cih were bi berdêldayinê di geva birçîbûnê û rojiya mirinê debûn, ji bo azadî, aştî, hiqûq û demokrasiyê biryardariyeke mezin nîşan dane."   ÇALAKIYÊN FEDAYÎ HATIN BIBÎRANÎN   Dewama daxuyaniya Bûldan û Temellî wiha ye: "Di vê pêvajoyê de 8 mirovên me jiyana xwe ji dest dane û vê êşeke mezin daye me hemûyan. Mixabin, hemû hewldanên ku ji bo êşên wiha neyên jiyîn kêm mane, têrê nekirine ku kesek jiyana xwe ji dest nede. Em wan dîsa bi xemgînî û êşeke mezin bi bîr tînin, sersaxiyê didin malbatên wan û gelê xwe. Em ê di serdema pêş de ji kêmasiyên xwe yên di qada siyaseta demokratîk de dersan bigirin, ji bo ku têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê bêhtir bi biryar û rêxistinî bikin, ji bo ku siyaseta demokratîk bi ser bixin wê zêdetir bixebitin.   'PEYWIRA ME YA LEZGÎN Û KARÎGER'   Ji bo ku girtiyên di greva birçîbûnê de rewşa wan a tenduristiyê baş bibe emê hewl bidin, peywira lezgîn û girîng a li ber me tedawîkirina bi bilez û karîger e. Di vê mijarê de peywir dikeve ser Wezaretên Tendiristiyê û Dadê, rêxistinên pîşeyî, TTB, TÎHV'ê û hemû saziyên mafên mirovan."