Farisogûllari: Heke hûn samîmî ne daxwazên Kurdisdtanê bibersivînin 2019-06-07 09:19:20 AMED - Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku bibîrxistina "Mebûsê Kurdistanê" ya Namzetê Stenbolê Bînalî Yildirim hesabê hilbijartinê ye û wiha got: "Heke samîmî ne bila daxwazên gelê kurd û Kurdistanê bibersivînin."    Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Bînalî Yildirim beriya hilibijartina Stenbolê ya 23'ê Hezîranê duh hat Amedê û piştgirî xwest. Yildirim di hilbijartina 31'ê Adarê de êrîşî HDP'ê ku ji sedî 62'ê dengên Amedê digire kiribû û angaşt kiribû ku HDP nûneriya kurdan nake. Yildirim di çarçoveya serdana xwe ya Amedê de serokatiya AKP'ê ya bajêr ziyaret kir û berovajiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ku li qadên hilbijartinê digot, "Li welatê min herêmeke bi navê 'Kurdistan' tuneye" û "bicehmin biçin Kurdistanê" "Mebûsê Kurdistanê" bi bîr xist.   'MEBÛSÊ KURDISTANÊ JÎ HEBÛ'   Yildirim di axaftina xwe de ev tişt got: "Gazî Mûstafa Kemal dema dest bi têkoşîna serxwebûnê kir, di salên şer de li Enqereyê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê civand û di nav nûnerên gel ên ku vexwend de mebûsê Kurdistanê jî hebû, mebûsê Lazistanê jî hebû, li her dera Anatoliyayê nûner hebûn."    HDP ÇI DIBÊJE?   Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari gotina Bînalî Yildirim a "Mebûsê Kurdistanê" nirxand. Farisogûlları diyar kir ku gotinên Yildirim encama hewldana wan "beralîkrina gelê kurd a li gorî armancên xwe ye." Farisogûllari nîqaşên "Kurdistanê" yên li Lijneya Giştî ya Meclisê bi bîr xist  û wiha got: "Di 12'ê Kanûna 2018'an de ji ber ku min li Lijneya Giştî ya Meclisê gotina "Brêz Ocalan" bi kar anî, cezayê hişyariyê xwar. Ji ber ku min li cem Kurdistanê gotina "Brêz Ocalan" bi kar anî, qiyamet rabû. Ji bo avitina min a Meclisê îmze hatin berhevkirin. Di encamê de min cezayê hişyariyê xwar."    'DEMA EW BI KAR TÎNIN NABE PIRSGIRÊK'   Farisogûlları destnîşan kir ku dema nîqaşên "Kurdistanê" yên li Meclisê endamên AKP-MHP'ê dibêjin ku cihekî bi navê Kurdistanê tuneye û kî penasekirineke bi vî rengî bike dê bikeve xiyanetê û ev tişt anî ziman: "Bertekek micid nîşanî gotina "Erdnîgariya Kurdistanê" jî didin. Gelek caran serokkomar Erdogan jî peyva "Kurdistanê" bi kar anî ye. Dema ew bi kar tînin nabe pirsgirêk."    'BÎBÊJIN SEROKATIYA ME JÎ ŞAŞ NEBIN'   Farisogûllari diyar kir ku bibîrxistina "Mebûsê Kurdistanê" ya Yildirim a beriya hilbijartinên Stenbolê polîtîkaya hilbijartinê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi nêzbûna hilbijarinên Stenbolê re difikirin ku kurdan bixapînin û li gorî armancên xwe beralî bikin. Dema ku siyasetmedarên kurd van peyvan bi kar tînin qiyametê radikin. Heke berjewendiyên wan hebin siberojê ji Brêz Ocalan re bibêjin "Serokatiya me" şaş nebin. Heke samîmî ne bila daxwazin kurd û Kurdistanê bibersivînin û li gorî peymawên civakî bi nirxînin. Bi vê yekê re dê polîtîkayên şer û qirkirinê jî bi dawî bibin."    MA / Özgür Paksoy