Kanî Beko: Ya esil ew e aştiyek mayînde pêk were 2019-06-08 09:13:02 ÎZMÎR – Parlamenterê CHP’ê Kanî Beko peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Ya esil ew e li ser vê axê aştiyek mayînde pêk were. Heta ev yek pêk neyê dê gellek êş bên qewimandin.”  Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji aliyê parêzan û malbata wî ve bi raya giştî re hat parvekirin nirxand. Beko anî ziman ku têkoşîn û dengê çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê alîkarî dane têkoşîna pêkhatina aştiyê û ji ber ew jî di girtîgehê de maye dizane şertên li girtîgehan çawa ne. Beko da zanîn ku wî di demek kin de parlamenterê berê yê HDP’ê Sirri Sureya Onder li girtîgehê ziyaret kiriye û got: “Lazim e em deng bidin vê têkoşîna hevalên xwe. Pêwîste peyam û feraseta wan a ji bo wekhevî, azadî, demokratîkbûyînê baş bê xwendin. Li ser vê axê ya esil ew e ku aştiyek mayînde pêk were. Heta ev yek pêk neyê dê li ser vê axê êş û herikîna xwînê dewam û xwe dubare bike. Tirkiye ketiye nava giloka pirsgirêkan. Divê gavek berê gavekê maseya aştiyê bê avakirin û bi wekhevî, azadîxwazî, demokratîk, makeqanûnek bi laîq û mîsogeriya aştiyê bê parastin.”    ‘KURD AZADÎ Û AŞTIYÊ DIXWAZE’    Beko diyar kir ku gelê kurd aştî, azadî û wekheviyê dixwaze û got: “Mirovan pirr aşkere dibîne ku AKP ji van daxwazan çiqas dûr e. Bi her awayî xwe dide nîşandan.”