DBP’ê hevserokê xwe yê Agiriyê sewqî îxracê kir 2019-07-03 14:10:15   AMED – DBP’ê ji ber hin pratîkên têkildarî hilbijartina xwecihî ku derbarê Hevserokê DBP’ê yê Agiriyê Bahattîn Temel de derketin holê bi daxwaza îxracê sewqî Desteya Dîsîplînê kir.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), derbarê Hevserokê DBP’ê yê Agiriyê Bahattîn Temel de pêvajoya lêpirsînê da destpêkirin. DBP’ê diyar kir ku wan ji ber hin îdiayên têkildarî hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ku wek pêkhateya HDP’ê beşdarî hilbijartinê bû û derbarê Temel de derketin holê lêpirsîn dane destpêkirin.    DBP’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û da zanîn ku bi daxwaza îxracê Temel sewqî Desteya Dîsîplînê kirine. DBP’ê ji gel xwest ku kes baweriya xwe bi daxuyanî û îdiayên Temel neyne.