Temellî: Werîn em di rêya sêyemîn de bigihijin hev 2019-07-08 14:14:16 WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di "Konferansa Rêxistinbûyîna Serhedê de" axivî û got: "Ya  ku vê siyasetê ji holê rake, tekane rêya sêyemîne. Ger em vê alternatîfê ava nekin, ev zext û tundî dê her roj zêdetir bibe. Werin em bihev re di, di vê çareseriyê de bigihijîn hev. Bila hemû kes karibin bi hevre biaxivin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Wanê "Konferansa Rêxistinbûyîna Serhedê" ya binavê "Bi siyaseta demokratîk em faşîzmê hilweşînin û civakê azad bikin" li dar xist. Konferansa dê du rojan dewam bike. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên herêmê, endamên PM, MYK'a, hevşaredarên herêmê, endamên meclîsên şaredariyan, endamên TJA, Meclîsan Ciwanên HDP'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveber û hevserokên HDP û DBP'ê yên bajêr  û navçeyan, beşdarî konferasê bûn.   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di konferansa li Navenda Çanda Berîvan a Şaredariya Îpekyolû hat lidarxistin de axivî û wiha got: "Divê siyaset civakî bibe. Konferans û  komxebatên tên lidarxistin, ji bo têkoşîna polîtîk a HDP'ê pir girîngin. Modela me ji bo welat modelek mînake. Îro li Tirkiyeyê siyaset tengav û du bendî bûye. Ji bo ku ev ji holê rabe HDP pêşengtiyê dike. Tişta ku pêdiviya Tirkiyê pê heye, demokrasî û aştiya civakiye. Divê em têkoşîna demokrasî û aştiyê bînin gel hev. AKP û MHP pêşiya aştiyê digirin û dixwazin bi vê awayî hebûna xwe bidin ava kirin. Ev bêçarseriyê ji bo xwe weke rêye jê  veneger dibînin."   'DIBÊJIN PIRSGIRÊKA KURD TUNEYE'   Temellî, diyar kir ku Erdogan derbarê pirsgirêka Kurd de daxuyaniyan dide û wiha bilêv kir: "Nêzîkatiya we ya ji pirsgirêka Kurd re, nêzîkatiya wê ya demokrasî û aştiyê datîne holê. Ev blok li ser înkar û îmhayê hebûna xwe ava dike. E vana tecrîda mûtlak kirin pratîkê û xwest siyaseta bêçareserî daîmî bikin. Her ku di çaresernekirina pirsgirêka Kurd de israr kirin, Tirkiye ewqas jî aştiyê dûr xistin. Bi tecrîda çar salan weke ku aştî bombebaran kirin. Ya  ku vê siyasetê ji holê rake, tekane rêya sêyemîn e. Ger em vê alternatîfê ava nekin, ev zext û tundî dê her roj zêdetir bibe. Werin em bihev re di, di vê çareseriyê de bigihijîn hev. Bila hemû kes karibin bi hevre biaxivin. Werin em bi muzekereyan ji bo civakî tişta herî baş bikin. Îro merasîma cenazeyê hiqûqê tê kirin. Li vî welatî, edalet mehkûmê salonên dadgehan hatine kirin. Hikumeta ku dibêje 'Pirsgirêka Kurd tuneye' êdî nikare siyasetê pêş bixwe. Her der bûye giloka pirsgirêkan. Hişmendiya qeyûm bûye sedama van hemû pirsgirêkan. Lê bila gumana kesekê tune be, teqez emê van pirsgirêkan çareser bikin."   TEMELLÎ: NÊZIKBÛNA LI DOZA KURDAN, NÊZIKBÛNA LI DEMOKRASIYÊ YE   Di axaftina Temellî de ev tişt derketin pêş: “Tişta ku ji Tirkiyeyê re girîng e, aştî û demokrasî ye. Ji bo çareserkirina kêşeyan faktora herî mezin doza Kurdan e. Nêzikbûna li doza Kurdan, nêzikbûna li demokrasî û aştiyê ye. Tekane rêya rizgariyê, rêya 3’emîn e. Rêya 3’emîn wê aştî û demokrasiyê ava bike. Heke em vê nekin wê desthilatdarî şîddet û pêkutiyê zêde bike. Werin em bi hev re muzakereyan bikin û tişta ji bo civakê baş e, em bi hev re biafirînin. Serokê Bankeya Navendî ji ber ku faîz danexistiye, ji peywirê hatiye sendin. Bi daxistina faîzê re wê muteahîtan rizgar bikin. Heke tu dixwazî faîzan daxîne, dev ji desthilatdariyê berde!   Têkoşîna li dijî faşîzmê têkoşîna gel e, lê têkoşîna tena serê xwe têr nake. Piştî hilbijartina di 31’ê Adarê de, me banga tifaqa demokrasiyê kir. Werin em bi hev re li ser Destûra Bingehîn bixebitin, em peymannameyeke mezin a civakê ava bikin. Bi vê hevdîtinê re doza Kurdan dikare were çareserkirin. Werin em tifaqa demokrasiyê ava bikin.”