Kubîlay ê HDP'î: Di rewşa Awarte de betlana meclîsê nayê qebûlkirin 2019-09-02 12:19:36   ENQERE - Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay, diyar kir ku di rewşe awarte de meclîs têkeve betlanê nayê qebûlkirin û wiha got: “Em wekî HDP'ê bang li AKP û MHP’ê ya zêdeya parlamenteran di destê wê deye dikin ku bi lez meclîsê kom bike.  Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, li Navenda Gişti ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Kubîlay, bang li îktîdarê kir û xwest bi lez meclîsê kom bike. Kubilay,  anî ziman ku di 19'ê Tebaxê de bi tayînkirina qeyûman carek din darbeya siyasî pêk anîne û wiha got: "Di ser darbeya qeyûman re 15 roj derbas bûn. Heta niha tu hincetek hiquqî nişan nedane. Ev pêvajoya qeyûman darbeyek li demokrasiyê xistiye. Îktîdar işta ku nikare bi rêya demokratîk û rewa bi dest bixe, bi rêya zordestiyê desteser dike. Ev rê ne rewa ye. Yek ji rêgeza demokrasiyê ya herî muhîm bijartin û hilbijartin e. Ev mafê bijartin û hilbijartinê hatiye ihlalkirin. Di sala 2016’an de, ji 102 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk, qeyûm tayînî 95 şaredariyan kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya jî di navde 93 hevşaredar û 500 endamên meclisa şaredariyê hatin girtin.'     ERDOGAN ÎMAMOGLU KIR HEDEF    Kubîlay, anî ziman di 31'ê Adarê de Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hat hilbijartin. Lê mazbata wî nedan wî û mafê wî xezp kirin. Niha HDP jî di navde li ser hêza muxalif wekî Şûrê Demokles xwe li ba dikin. Vîna gel tehdît dike. Çend roj berê Serokomar û şirîkê wî yê biçûk disa gef li HDP'ê xwar û gotin "Ka bila meclîs vebe em bibînin. Piştî ku Brêz Îmamoglu li Amede hevşaredar ziyaret kirin niha mohra terorîstê li Îmamoglu  û CHP'ê xist.      DIVÊ MECLÎZ BI LEZ KOM BIBE   Kubîlay, herî dawî xwest meclîs bi lez kom bibe û wiha axivîe: "Di rewşe awarte de meclîs têkeve betlanê nayê qebûlkirin. Em wekî HDP'ê bang li AKP û MHP’ê ya zêdeya parlamenteran di destê wê deye dikin ku bi lez meclîsê kom bike."