Bîlgen: Yên gotinên wan hebin bila îro bêjin 2017-11-28 14:55:53 ENQERE - Berdevkê HDP'ê û parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku îktîdarê bi rejima OHAL'ê welat xistiye halê ku nayê birêvebirin û wiha bang li muxalîfan kir: "Yên der barê siberoja Tirkiye de gotin û fikrên wan hebin bila niha bêjin. Bila îro derkevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Anjî bila carek din lehengiya demokrasiyê nekin."  Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen, di civîna koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Di civîna koma HDP'ê de endam û nûnerên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB yên kampanya "Em ne OHAL'ê em demokrasiyê dixwazin" dabûn destpêkirin ji amade bûn.    Bîlgen, ewil bal kişand ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku 2 sal berê li Sûrê hat qetilkirin û wiha got: "Ger ku Elçî îro nehatibûya qetilkirin dê di doza JÎTEM'ê ya Qoserê ku îro li Ênqere tê dîtin de amade bûbûya. Wî ji bo kujer bên ronikirin û darizandin jiyana xwe feda kiribû. Ew 2 sal berê li Stenbolê tev li civîna bi armanca aştiyê pêk hatibû bûbû. Piştre ji bo parastina Surê xwest tevî rêveberiya Baroyê daxuyaniyê bide. Lê mixabin bîranîna wî ma."     Bîlgen, bersîv da axaftina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan yê di koma partiya xwe de anî ziman û wiha got: "Em dê îro civina xwe bi yek rojevê pêk bînin. Em dê li ser OHAL’ê bi axivin. Îro di civînên koman pêk hat. Balkêş e Erdogan got ‘Ez ne berpirsiyarê pêkanînên 15 salan im. Ez naxwazim kes navê min bîne ser zimanê xwe' Ger ku pêşeroj û qedera welatekî di destê kesê 15 salan di asta jor de rêveberî kiriye û wiha dibêje êdî tiştekê bê gotin tune ye."    'OHAL BÊ HIQÛQÎ Û BÊ EDALETÎ YE'   Bîlgen, anî ziman ku hemû niqaşên wan girêdayî OHAL'ê ne û wiha got: "15 sal berê ji bo serdestiya hiqûqê ketin nava siyasetê. Lê niha ne dewleta hiqûqê û ne jî serdestiya hiqûqê maye. Me dewleta polîsan jî derbas kiriye. Di xala 138'an a Qanûna Bingehîn de dibêje 'Kes nikare ferman û rê nîqanî dadgehan bide. Kes nikare pêşniyar û aqil bide wan. Ev sûc e' Lê em dibînin ku hevserok û wekilên partiya me, akademîsyen û rojnameger tev ji ber ferman dane dadgeran hatine girtin. Em dibînin ku Serokwezîr çawa nêzî burokrasiyê dibe. Ji birokratan re dibêje ‘Zêde guh nedin mevzuata. Ji şaşiyên hiqûqê qet netirsin. Ger ku li welatekî Serokomar û Serokwezîr wisa bêje, li wî welatî hieqûq xelas bûye. Li wî welatî mirov nikare behsa hiqûqê bike. Ji xwe OHAL tê wateya bê hiqûqî û bê zagoniyê."    28 KHK HATIN DERXISTIN   Bîlgen, bal kişand ser KHK yan û wiha got: Di serdema îlana OHAL'ê de, 28 KHK hatin derxistin. Ji vana tenê 5  KHK anîn rojeva meclîsê. Bi zanebûn biryarname neanîn meclîsê. Niha dixwazin bi awayekî fîîlî bi rejîma KHK û OHAL'ê Tirkiye birêve bibin. Em baş dizanin ku îro çima OHAL îlan kirin û KHK çima derxistin. Bi KHK'yan Qanûna Bingehîn jî kirine şirikê sûcê xwe."    KAMPANYA RÊXISTINÊN KEDÊ BI QÎMET E    Bilgen, bal kişand ser kampanya rêxistinên kedê ya "Em ne OHAL'ê em demokrasiyê dixwazin" û wiha got: "Ev kampanya girîng û watedar e. Ji bo aştî, demokrasî û wekheviya li hemû welat û jiyana hevpar rakirina OHAL'ê girîng e. Welatê bi OHAL’ê dê meşandin di qada navneteweyî de qîmet û giraniya wê tuney e. Darizandina Riza Zarrab girîng e. Em bawer dikin ku ji DMME beriya Hevserok û wekilên me dê biryara referandumê derkeve."    Bilgen, bal kişand ser butçeya 2018'an û wiha lê zêde kir: "Ger ku ev butçeya parastinê ji bo şer be têr nake. Lê ne ji bo şer be jî pir zêde ye. Ger OHAL ji bo ewlehiya mirovan bûya, wê demê dê li navenda Enqere DAŞ'ê dibistan venekiriya. Ger ku OHAL ji bo ewlehiyê bûya dê li Meletiyê xaniyên elewiyan nehatina xêz kirin. Ji ber vê yekê OHAL hem betal dike hem dikuje. Di serdema OHAL'ê de ji ber karmendên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin 37 kesan dawî li jiyana xwe anî. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî OHAL'ê pir wate û girîng e. Em dizanin OHAL dê bi têkoşîn û berxwedanê bi dawî bibe. Dive li her qadê jyianê li diji vê zilm û zextan em di ber xwe bidin.    AN ÎRO DERKEVIN BÊJIN AN JÎ QET    Bîlgen, bang li muxalîfan jî kir û wiha lê zêde kir: "Yên der barê siberoja Tirkiye de gotin û fikrên wan hebin bila niha bêjin. Bila îro derkevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Anjî bila carek din lehengiya demokrasiyê nekin. Em bang li hemû kesên li Tirkiye muxalefetê dikin ku ji her demê bêtir dengê xwe bilindtir bikin. Ji ber ber ku OHAL li dijî azadiya raman, îfade û rêxistinbûnê ye. Bi OHAL'ê 33 TV, 37 radyo, bi dehan internet û rojname bi giştî 162 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Vê tirsa hikûmetê Nivîskar Fikret Başkaya ji ber pirtûka wî ya 25 salan binçav kir. Ev tirsek wisa mezin e ku parazvanên mafên mirovan ji ber gotinê wan digirin.    EM DÊ TEQEZ VÊ TARIYÊ DERBAS BIKIN   Bilgen, destnîşan kir ku OHAL, ji bo Sûr, Cizîr, Silopî, Nisêbînê û Geverê qedexeya derketina derve ye û wiha bi dawî kir: "OHAL qedexeya derketina derve û dorpêç e. Heta niha 268 caran qedexe hat îlankirin. OHAL nenaskirina vîna wan bajaran e. Ji ber vê yekê em dê li dijî OHAL'ê tebikoşin. Ev rojên tarî dê derbas bibin. Ji ber ku OHAL nifrîn, perçekirin û aloziyê zêde dike em dê heta dawî li dijî OHAL'ê têbikoşin. Divê hemû kes piştgiriyê bidin van saziyên ku kampanya dane destpêkirin. Ji bo parastina mafê civakê em li dijî OHAL'e demokrasiyê dixwazin."