Dr. Yoruk: DYA, dixwaze ji Rûsyayê re artêşa tirk û cîhadîst bihêle 2019-10-22 09:07:15 ÎZMÎR - Siyasetzan Dr. Zafer Fehmî Yoruk ku qewimînên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin, ji bo DYA'yê got, li pêyî armanceke stratejîk e û dixwaze ji Rûsyayê re ji dêvla baxçeyekî gulan, baxçeyekî bi distrî, artêşa tirk û artêşa cîhadîst, bihêle.  Di roja 9'an a êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, DYA û Tirkiyeyê di navbera xwe de ji bo 120 saetan agirbestek ragihandin. Her çend agirbest hatibe ragihandin jî Tirkiye êrîşên xwe didomîne û her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di 20'ê Cotmehê de ragiahndibû ku ew ji Serêkaniyê derketine. Li gel vê wê Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn îro li hev kom bibin.    Akademîsyen Dr. Zafer Fehmî Yoruk, geşedanên diqewimin nirxandin.    Türkiye’nin Kuzey ve Doğu Suriye’ye yönelik giriştiği operasyonun ülkedeki iç savaştan pay elde etme arzusu taşıdığını belirten Dr. Yörük, bu nedenle ‘terör koridoru’, ‘güvenli bölge’ veya ‘Şii hilali’ gibi adlarla anılan şeridin her şeyden önce İran’ı ve Hürmüz Boğazı’nı Lazkiye limanından Akdeniz’e bağlayan potansiyel bir enerji nakil hattı koridoru olduğunu akılda tutmak gerektiğini vurguladı.   Yoruk, destnîşan kir ku operasyona leşkerî ligel mirina mirovan, darbeya herî mezin jî li nav welat li azadiya fikr û ramanê xistiye. Yoruk, bilêv kir ku têgiha "şer" hatiye qedexekirin û bilêvkirina têgiha "Kaniya Aştiyê" tê ferzkirin. Yoruk, got: "Bêdengî ne çareserî ye. Yanî ev bi mudaxileya li civakê tê kirin, bêdengkirina muxalefetê an jî qedexekirina hin têgehan, ne sînordarkirî ye. Roland Barthes ji bo faşîzmê dibêje, 'ne qedexekirina axaftinê, ferzkirina gotinê'. Niha em pir nêzî van şert û mecan bûne."    ‘DYA, NAXWAZE JI RÛSYAYÊ RE BAXÇEYÊ GULAN BIHÊLE'    Yorukî ji bo polîtîkayên DYA'yê yên li herêmê got, DYA hem dixwaze ji Sûriyeyê derkeve, hem jî naxwaze qadê bi temamî ji Rûsyayê re bihêle. Yoruk, got: "Di vî warî de faktora Trûmp girîng bû. Got, 'Em diçin, fermo têkevinê.' Lê tê dîtin, dixwaze ji dêvla baxçeyekî gulan, baxçeyekî bi distrî, artêşa tirk û artêşa cîhadîst, bihêle." Her wiha Yoruk, destnîşan kir ku gava Rûsya û Sûriye, derketina ji herêmê li Tirkiyeyê ferz bikin, dibe ku Tirkiye di ser komên selefî yên ku dê bibe herêmê re şerekî wekaletê bide meşandin. Yoruk, got: "Wê bi vî awayî şerê li Îdilibê ku li ber qedandinê ye şerê navxweyî yê Sûriyeyê dîsa gur bikeç Wê hêviyên ji bo aştî, îstiqrar û qanûneke bingehîn a demokratîk bin pê bike. Eger şer dirêj bibe wê ev hem bi kêrî DYA'yê hem jî bi kêrî rejîma Sûriyeyê bê."    Yoruk, anî ziman ku DYA naxwaze li Sûriyeyê îstiqrarek çê bibe.    DIYALOG    Herî dawî Yoruk, bal kişand ser manewrayên siyasî yên PYD'ê yên di demên dawî de û got, armanc ew e ku Tirkiyeyê û hêzên girêdayî Tirkiyeyê rawestîne. Yoruk, got: "Diyaloga di navbera nûnerên gelê kurd û rejîma Sûriyeyê de bivê nevê bû. Ji bo azadî û mafên gelên Sûriyeyê bên mîsgoerkirin wê ji bo çêkirina qanûneke bingehîn têkoşîna siyasî bidome."    MA / Sevda Aydin