Dîcle: Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama komploya navdewletî ye 2019-10-22 10:28:30   STENBOL - Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên di 9'ê Cotmehê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pêkir û wiha got: "Ev dîrok ne tesadufî ye. Ev berdewama komploya navdewletî ye. Bi vê yekê dixwazin Şoreşa Rojava ya di pêşengiya stratejî û paradigmaya Ocalan de pêş ket tasfiye bikin. "    Nexşeya Rojhilata Navîn di sedsala 20’an de ji aliyê dewletên kolonyalist ve bi peymana Sykes-Picot li gorî herêmên ax û mandayê hatin parvekirin. Bi peymana Sykes-Picot sinor hatin xêzkirin. Bi vê peymanê krîzên nijadî û baweriyê bû sedema rijandina xwînê û kuştina mirovan. Piştî berdejwendiyên dewlenendiya hêzen kurevî xera bû di sedsala 21’an de xwestin li Rojhilata Navîn ji nuve parvekirinekê bikin. Van hêzên navdewletî yên ku berjewendiyên xwe yên aborî esas digirin ewil di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployek navdewletî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û di 1999'an de radestî Tirkiyeyê kirin. Xwestin Tevgera Azadiya Kurd perçe bikin. Di 21'emin salvegera komploya navdewletî de dîsa Tirkiye di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafir, tang û topan bombe kirin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî hat girtin, her dem di hevdîtinên xwe yên bi parêzer û malbatê re peyama yekîtiya kurd û tirkan da. Her dem xwest pirsgirêk bi rêya diyalog, siyaseta demokratîk û aştiya civakê bê çareserkirin. Ocalan herî dawî anî ziman ku amade ye pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikim û xwest ji bo vê yekê hikûmet gavên çareseriyê bavêje. Têkildarî polîtîkayên Tirkiyeyê û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Siyasetmedar Hatîp Dîcle ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî.    Dîcle, anî ziman ku operasyona  Tirkiyeyê ya ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir ne tesadufî ye û wiha got: "Rêzdar Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998’an de rastî komployek navdewletî hat. DYA serkêşiya vê komployê kir. Piştî 21 sal şûnde dîsa DYA û Tirkiye pêşengiya 9'ê Cotmehê dikin. Ev êrîş ne tesadufî ye. Bi vê yekê peyama 'Di 9'ê Cotmeha 1998’an de armanc tunekirina fîzîkî ya Ocalan bû. Xwestin PKK’ê perçe bikin. Lê negihiştin armanca xwe. Piştî gelê Kurd û hêzên şoreşger li Ocalan xwedî derketin komplo vala derketin. Niha dixwazin Şoreşa Rojava ya di pêşengiya stratejî û paradigmaya Ocalan de pêş ket tasfiye bikin.  Xwestin bi êrîşa 9'ê Cotmehê stratejisî û paradigmaya Ocalan xera bikin."    'TIRKIYE KET KEMÎNÊ'    Dîcle, da zanin ku Brêz Ocalan di hevdîtinên xwe yên dawî de bal kişand ser navbera Kurd û Tirkan ên serdema sala 1919'an û wiha axivî: "Brêz Ocalan got 'Divê em vê îtîfaqê ji nûve ava bikin. Di şert û mercên şerê sêyemîn ê cîhanê de divê teqez em yekîtiya kurd û tirkan pêş bixin' Lê dewletê ev qebûl nekir. Dewletê maseya di navbera 2013 û 5'ê Nîsana 2015'an de hat avakirin xera kir û ketin kemînê. Ev kemîna li pêş Tirkiyeyê didome."    DIXWAZIN KURDAN BIKIN TIRK    Dîcle, da zanîn ku li cîhanê gelek meseleyên ku Tirkiye ji bo xwe minak bigirin heye. Di şerê navbera DYA û Vîetnamê de serdestiyek mezin a DYA hebû. Lê DYA li hemberî gelê Vietnamê şer winda kir. Niha Tirkiye dixwaze ji Îttihat Terakkî û şûnde dîsa li ser axa Rojhilata Navîn serweriya xwe ava bike. Dixwaze dîsa bibe xwediyê axa Musul, Kerkuk û bajarênwekî din. Wateya peymana Misakî Millî li gorî xwe şirove dikin. Ne li gorî esasê yekîtiya gelê Kurd û Tirk, li gorî xwe dixwaze têxe meriyetê. Di sala 1923'an de Lozan û di makeqanûna 1924'an de hişmendiya îttihat Terakkî serwer bû. Piştre İttihat Terakkî xwest her kesî bikin tirk. Ev yek hêj didome. Niha li ser axa Cerablus, Bab, Efrinê ev tevgera îlhakê dest pê kiriye û didome."     PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA CÎHANÊ YE    Siyasetmedar Hatîp Dîcle, destnîşan kir ku diyar bû ku ger pirsgirêka Kurd di nava Tirkiyeyê de neyê çareserkirin wê bibe pirsgirêka cîhanê û wiha berdewam kir: "Diyar bû ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê neyê çareserkirin wê bibe pirsgirêka navneteweyî. Pirsgirêka Kurd ewil bû herêmî. Piştre bû pirsgrêka Rojhilata Navîn û niha pirsgirêka cîhanê ye. Niha Şoreşa Rojava heye. Tirkiye li dijî Şoreşa Rojava êrîş dike. Niha li pişt Tirkiyeye tenê Katar, Pakistan û Azerbaycan  heye. Kibris jî ne li pişt Tirkiyeyê ye. Niha Tirkiye di nava welate cîhanê de bi tenê maye. DYA pêhna xwe li Tirkiye dixe, Rûsya hembêza xwe vedike. Rûsya bêhnê li Tirkiyeyê dixe DYA hembêza xwe vedike."     BRÊZ OCALAN HER DEM RÊYA ÇARESERIYÊ NÎŞAN DA   Dîcle, bal kişand ser hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriyê û wiha lê zêde kir: "Brêz Ocalan her dem li ser rêyên çareseriyê rawestiya. Her dem makeqanûna demokratîk, xweseriya demokratik ku mafê hemû beşên di nava Tirkiyeyê de dijî biparêze pêşniyar kir. Xwest Tirkiye ji bo welatên Rojhilata Navîn bibe mînak. Xwest Tirkiyeya ku heza xwe ji bo azadiya jinê, ekolojîk û aboriya xwe ji bo axtiyê xerç dike bê avakirin. Lê dijberî vê yekê Tirkiye hemû aboriya xwe li şer xerç dike. Dawiya vê yekê felaket e. Ger ku civaka Tirkiyeyê de di ferqa vê yekê de be wekî ku çawa civaka Alman destek da Hitler û 10 milyon alman hatin kuştin, civaka Tirkiyeyê jî dê têkeve wê rewşê."     DIVÊ EM YEKÎTIYA KURD AVA BIKIN   Dîcle, herî dawi bal kişand dirûşmeya “Yek e, yek e, yek e, Gele Kurd yek e.  Yek e yek e Yek e, Kurdistan Yek e" ku li Başûrê Kurdistanê pêş ketiye û wiha bi dawî kir: "Ev diruşme di demên dawî de li hemû Kurdistanê belav bû. Niha niqaşên yekîtiya Kurd û Kurdistanê tê kirin. Divê em siyasetmedarên Kurd bi taybetî li ser banga gelê Kurd, li dijî komkujiya Kurdan konferansa yekîtiyê pêk binin. Divê em vê yekê bikin Kongreya Neteweyî. Birêz Ocalan di hevdîtina Îmraliyê de pêşniyar kir ku Birêz Mesut Barzanî bibe Hevserokê Kongreya Neteweyî. Ev mîsyona dîrokî dîsa li ser pişta Birêz Barzanî ye. Di vê pêvajoya ku hemû cîhan li pişt me ye divê birêz Barzanî vê rol û mîsyona xwe pêk bîne. Ez bawerim ji bo vê bangê KCK û hêzên din ji wê bersîva pêwist bide. Îro gelê Kurd li hemû qadên cîhanê tên hezkirin û hemû cîhan rêzê ji gelê Kurd re dikigirn. Divê hunermend û rewşenbirên me her kesî teşwikî vê yekê bikin.    MA / Ferhat Çelik