Temellî: 850 endamên DAIŞ'ê winda ne 2019-10-22 14:23:14   ENQERE - Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temellî, ji ber ku li aştiyî û vîna gel xwedî derneketin rexne li parlamenterên li meclîsê kir û got: "Em ê 3 rojan navberê bidin xebatên xwe yên li meclîsê û em dê 3 rojan li Amedê bin. Em bang li wekîlan dikin ku bi xwe re bên rûqalî xwe." Temellî, bal kişand şerê 10 rojan ên li ser Axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Navê vê yekê şer û dagirkerî ye. Ger ku di aştî û demokrasiyê de li çareseriyê negerin dê dîsa DAIŞ'ê li hemberî xwe bibînin. Niha 850 DAIŞ'î winda ne."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, di civîna hevfteyî ya koma partiya xwe de têkildarî geşedanên dawî axivî. Temellî, bal kişand ser peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şerê 10 rojan ê Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Birêz Ocalan, hişyar kiribû û gotibû ‘Nekekevin kemîna şerê tirk û kurdan.'  Hem Tirkiye û hem û hemû hêzên herêmê hişyar kiribû. Em jî dibêjin yê vê lîstikê xera bikin gelê Kurd û Tirk in. Em dê vîna jiyana hevpar ava bikin. Li gel hemû zextên şer ên didomin em dê li ser vê axê li dijî şer aştiyê ava bikin. Em dê têkoşîna aştiyê ava bikin."    Temellî, anî ziman ku şer sedema hebûna  îktîdarê ye û wiha axivî: "Pirsgirêka îktîdarê ya bekayê heye. Ji ber vê yekê 5 salin li ser vê axê şer geş dike û di şer de israr dike. Ji bo îktîdara xwe li Rojhilata Navîn di politikayên şer de israr dike."     BI XÊRA ÎKTÎDARÊ DAIŞ BI RUH DIBE   Temellî, bal kişand ser encama şerê 10 rojan û hebûna DAIŞ'ê û wiha got: "Em di bîlancoya şerê 10 rojan de zilmê dibînin. Hûn sûcdarê şer dibînin. Balafirên şer ne tenê bajar, mirov jî qetil kirin. Divê hemû hêzên biyanî yên li Sûriyeyê demek berî demekê paşve bikişînin. Îro li Sûriyeyê rastiya DAIŞ'ê heye. Divê qada navneteweyî çareseriyê ava bike. Ger ku di qada demokratîk de çareseriyê pêş nexin wê DAIŞ'ê li pêşberî xwe bibînin. Niha 850 endamên DAIŞ'ê li Sûriyeye winda bûn. Li ku ne nayê zanîn DAIŞ'iyan di sala 2018'an de stratejiya sebrê xistin meriyetê. Pir sebir nekirin. Salek şûnde dîsa nefesê distînin. Dest bi êrîşan kirin. Bi xêra vê siyaseta îktîdarê DAIŞ ji nûve bi ruh dibe û nefesê distîne. Hûn nikarin li hemberî kesên li Kobanê DAIŞ rawestandin vê nankoriyê bikin. Li Tirkiyeyê sorkirina şer serbest e, lê daxwaza aştiyê qedexe ye. Dîsa hevşaredar binçav kirin. Qeyûm tayînî şaredaran kirin. Ev pêkanînên wan li gorî qanûna bingehîn sûc e. Niha bi tayînkirina qeyûn sûcê binpêkirina makeqanûnê dikin. Tayînkirina qeyûm sûc e."     ŞAHIDÊ NEPEN "SÎ" YE    Temellî, bertek nîşanî binçavkirin û girtina hevşaredaran da û wiha pêde çû: "Çima hevşaredarên me binçav dikin û digirin. Çima endamên meclîsa me digirin. Tu delîl û sûcê der barê wan de tune ye. Tev li ser şahidê nepen tên girtin." Temellî wêneyê şahidê nepen ku ji siya mirov hatiye xêzkirin jî nîşan da û wiha lê zêde kir: "Me şahidê nepe dît. 'Wêne nişan da'. Şahidê nepen ev e. Siya mirov e."    ME DÊ 3 ROJAN LI AMEDÊ BIN   Temellî destnîşan kir ku wê vê hefteyê 3 rojan tev li xebatên meclîsê nebin û 3 rojan li Amedê bin û wiha got: "Em dê 3 rojan li Amedê bin. Em meclîsê hişyar dikin. Wekîlên li meclîsê li şûna li aştiyê xwedî derkevin li şer xwedî derdikevin. Li şûna li vîna gel xwedî derkevin li qeyûman xwedî derdikevin. Werin em hiqûqa meclîsê bidin xebitandin. Werin li şûna tezkereyê em guh bidin dengê aştiyê. Li şûna qeyûman em demokrasiya herêmî pêş bixin. Ev rejîm xerabiyek pir nebaş bi Tirkiyeye dike. Em carek din wekîlên li meclîsê hişyar dikin. Em dixwazin di serî de li vîna gel xwedi derkevin. Em dixwazin li mafê mazluman xwedî derkevin. Em dê 3 rojan li Amedê bin. Em dê bibin Selçuk Mızrakli, Ahmet Turk û Bedia Ozgokçe.