Ji ber tezkereyê îstîfa kir: Rêya îktîdarbûnê di nav kurdan de derbas dibe 2019-10-23 09:58:13 MÊRDÎN – Serokê Rêxistina CHP’ê yê Mêrdînê Ahmet Duyan ê ji ber CHP ji tezkereyê re got ‘erê’ ji partiya xwe îstîfa kir got: “Em hatin lîstika AKP’ê. Rêya îktîdarbûnê di nava kurdan de derbas dibe.”  Serokê Rêxistina CHP’ê ya Mêrdînê Ahmet Duyan bi boneya partiya wî CHP’ê ji dengdayîna tezkereyê re got “erê” ragihand ku ji partiya xwe îstîfa kiriye. Duyan ê 2 sal bû serokatiya bajêr dikir derbarê îstîfa xwe de ji ajansa me re axivî.    Duyan anî ziman ku beriya operasyona li dijî Rojava dest pê bike wî derbarê herêmê de raporek agahiyan amade kiriye û vê raporê radestî Kemal Kiliçdaroglu kiriye. Duyan da zanîn ku wî di rapora xwe de gotiye divê dest ji dijminahiya kurdan were berdan û bi rayedarên HDP’ê re hevdîtinên xurt bên kirin û pêwîste CHP di gotina kurd de bi tirs tevger neke.   Duyan bertek nîşanî gotina “Dilê me dişewite” ya Kiliçdaroglu jî da û bêyî rewş û şertên herêmê neyê zanîn erêkirina şerek wiha wê hêza CHP’ê bide windakirin.    'EZ BI ÎSTÎFA XWE SERBILIND IM’    Duyan anî ziman ku MYK CHP’ê bêyî ku daxwaznameya îstîfa wî hilde rojeva xwe wî dawî anîna wezîfeya wî ne raste û got: “Ez bi îsîfa xwe serbilind im. Heke feydeya min û xizmeta min li gelê min nebe, rûniştina li ser qoltixek wiha jî bê wateye. Heke ez nikaribim ji bo siyaseta herêmê bi bandor bim ez ê têkoşîna xwe ya berê dewam bikim. Em siyasetê ji kolanê hîn bûn û ez ê wisa dewam bikim.”    ‘EM HATIN LÎSTIKA AKP’Ê’    Duyan bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “CHP di destpêkê de reaksiyonek baş nîşan da. Li herêmê deng veda. Di hilbijartina şaredariyan de destekek micid a hilbijêrên kurd heye. Li şûna em spasiya wan bikin, lê me vê spasiyê nebaş bikar anî. Li şûna îtîfaqa Tirkiyê were avakirin, lê radibin şer ‘erê’ dikin û feydeya wê li tu kesî nabe. Di arîfeya mezinkirina îtîfaqê de em hatin lîstika AKP’ê. Di şer de serkeftin pêk nehatiye. Çima tu radibî têyî lîstika AKP’ê? Bi netewperestiyê tevgerkirin eciqandina gelek bi îrade ye. Rêya îktîdarbûnê di nav kurdan de, di vê herêmê de û di Anatolê de derbas dibe. Divê em ji muxalefetiya xwe ya qalib derkevin.”    MA / Ahmet Kanbal- Mujdat Can