Kaplan: Ji bo krasê hiqûqê li qeyûm bikin hevşaredar girtin 2019-10-23 10:29:38 AMED - Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî yê HDP'ê Salîm Kaplan, diyar kir ku di 31'ê Adarê de biryara tayînkirina qeyûm hatiye girtin, lê ji bo krasê hiqûqî li qeyûman bikin hevşaredar girtin û qeyûm rewa kirin.  Îktîdara AKP'ê di 11'ê îlona 2016’an de li dijî şaredariyên DBP'ê polîtikayên qeyûm xistin meriyetê. Piştre qeyûm tayînî 95 şaredariyên DBP'ê kirin, HDP'ê di Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê de şaredarî paşve stendin. Piştî HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de şaredariyên ku qeyûm tayîn kiribûn dîsa paşve stend, gelek şaredar û endamên meclîsê bi hinceta bi KHK'ê ji kar hatine dûrxistin hevşaredariya wan û endamtiya wan a meclîsê betal kirin. Piştî hilbijartina 31'ê Adarê bi bihryara YSK'ê qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Rezan, Artemêt, Tuşba, Çardêran, Tekman û Pazarcix a Dîgorê kirin. Di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kirin. Piştî bûyera 12'ê Îlonê ya li Pasûrê hevşaredarên HDP’î yên Pasurê Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay binçav kirin û girtin. Piştre di 17'ê îlonê de Qeymeqamê navçeyê Mustafa Gozlet qeyûm tayîn kir. Dîsa hevşaredarên HDP'ê yên Qereyazî Melike Goksu girtin û di 18'ê îlonê de Qeymeqam Mesut Tabakcioglu weki qeyûm tayinî şûna wê kirin. Di 15'ê Cotmehê de Hevşaredarên HDP'î yên Colemêrgê Cihan Karaman, yê Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sari, yên Nisêbînê Semire Nergiz û Ferhat Kut binçav kirin û girtin. Di 18ê Cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariyên Colemêrg, Gever û Nisêbînê kirin.    Herî dawi di 21'ê Cotmehê de hevşaredaên Amedê Selçuk Mizrakl, Hevşaredara Peyasê Keziban Yilmaz, Hevşaredara Bîsmilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier binçav kirin û di 22'ê Hevşaredarên Amedê Mizrakli, Hevşaredara Peylasê Yilmaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier girtin. Di 22'ê Cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariyên Bîsmîl, Karaz, Peyas û Erdîşê kirin. heta niha qeyûm tayînî 3 şaredariyên Bajarên Mezin ên HDP'ê, bajarek û  9 şaredariyên navçeyan bi giştî 13 şaredaiyan kirin.    KRAS LI HIQÛQÊ KIRIN   Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî yê HDP'ê Salîm Kaplan, diyar kir ku di 31'ê Adarê de biryara tayînkirina qeyûm hatiye girtin, lê ji bo krasê hiqûqî li qeyûman bikin hevşaredar girtin û qeyûm rewa kirin.  Kaplan, anî ziman ku ziman ku pişti hilbijartina 31'ê adarê plan xistin meriyetê û wiha got: "Ji bo qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bike di 1'ê Nîsanê de bi daxwaznameya sernavê "Daxwaza qeyûm" ji Wezîrê Karên Hundir re şandin. Îktîdara AKP'ê bi tayînkirina qeyûman mafê bijartin û hilbijartina gelê Kurd, Ereb Asûrî û Ermeniyan ji destê wan girtiye. Mafê wan xesp kirine. Îktîdarê bi tayînkirina qeyûman polîtîkaya bişaftinê ya sedsalan nûjen kirine. "    Kaplan, da zanîn ku HDP partiya têkoşîna demokratîk e û wiha got: "Teqez em dest ji tekoşîna xwe ya demokratîk bernadin. Em dê her dem bibin deng û wîcdanê civakê."    MA / Ozgur Paksoy